Kevana Zêrîn û TEV-ÇAND Mexmûr hunermend Huseyîn Çîftçî bibîr anî

Kevana Zêrîn û TEV-ÇAND Mexmûr bi daxuyaniyekê hunermend û muzîkjenê Kurd Huseyîn Çîftçî yê di encam nexweşiya penceşêrê de çû serdilovaiya xwe, bibîr anî.

Kevana Zêrîn û TEV-ÇAND Mexmûr muzîkjen Huseyîn Çîftçî bibîr anî û got: “Wê hunermend Huseyîn Çîftçî her tim wek kedkarek huner û muzika Kurdi di jiyan û dîroka me de bimîne.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Gelê kurd hunermendek xwe yê berz û hêja wenda kir. Huseyîn Çîftçî ku ev nêzê du sal e li hember nexweşiya penceşêrê tekoşîn kir, çû ser dilovaniya xwe. ji bo me êş û xemgîniyeke mezin e. Hunermendê hêja ku bi ked û tekoşîn tevdigeriya û di tomarkirina gelek berheman de navê xwe nivisandiye.

Huseyîn Çîftçî di sala 2011’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudi (Maxmur ) di vekirina studyoya bi navê Şehîd İdrîs de kedek mezin dide û xwendevanan perwerde dike. Bi destê xwe hemû pêwîstiyên heyî pêk tîne. Îro hîn jî berhemên ku li wargehê derdikevin li vê studyoyê tên tomarkirin.

Em endamên Kevana Zêrîn û TEV-ÇAND a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, keda ku hunermendê nemir li vir daye, jibîr nakin û her tim bi berhemên giran buha bibin bersiv. Her kedek bi xwe re wateyek ava dike, lewma ku keda Huseyîn Çîftçî li vir û bi gîştî ji bo xebatê çand û huner daye xwedî wateya dîrokî ye. Tê zanîn ku hunermendên nemir salên dirêj di MÎR muzîk de xebatên gelek hêja kiriye, di gelek şahî, konser û çalakiyên hunerî de me ew li ser dikê dît.

Ew her tim wek muzikjenek hunermendek bi lêv kenî xebatê xwe hembêz kir. Bi heskirin û xwezayîbûna xwe her tim li derdorê xwe mirovan kom kir, perwerde kir û berêwan dida huner û muzîkê.

Wê hunermend Huseyîn Çîftçî her tim wek kedkarek huner û muzika Kurdi di jiyan û dîroka me de bimîne. Em xebatkarên Kevana Zêrîn û TEV-ÇAND a Mexmûr di serî de sersaxî ji bo malbata hunermendê nemir, gelê Kurd û hemû hevalên wî re dixwazim.”