Kevana Zerîn: Heta komkujî ronî bibe divê berxwedan bidome

Tevgera Çanda Jinên Kevana Zerîn têkildarî komkujiya li Parîsê daxuyaniyeke nivîskî da û bang kir ku heta komkujî ronî bibe divê berxwedan li qadan bidome.

Tevgera Çanda Jinên Kevana Zerîn têkildarî êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a li paytexta Fransa Parîsê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku polîtîkayên qirkirina çandî û fizîkî yên li ser Kurdan êdî sînorên Kurdistanê derbas kirine û wiha hat gotin, "Li gorî me, cînayetên kiryarên wê diyar in, piştî 10 salan li heman cihî û bi heman rêbazê hatine kirin. Bê guman ev ne tesaduf e. Êrîşa Parîsê di salvegera êrîşa Parîsê ya sala 2013’an de, pêk hat. AKP-MHP’ê bi hevkarên xwe yên li van welatan êrîşên xwe li dijî Kurd û jinên ji ber faşîzm û zextan neçar man xwe li Ewropayê bi cih bikin, pêk tîne.

Dewleta Tirk a ku di faşîzmê de ti sînoran nas nake, ji bo tinekirina rastiya berxwedêr a Kurd û jinan li Rojhilata Navîn û cîhanê her cure planên qirêj xistiye meriyetê. Ji ber ku baş dizanin ku rastiya Kurd û jinê Kurd dê dawî li pergala wan bînin. Gelê Kurd û jinên hêja; ger faşîzm li her cihî û her kêliyê êrîş bike, erka me ye ku em li her demê û li her cihî li ber xwe bidin û dawî li dîktatoran bînin. Li ser vê bingehê em Tevgera  Çanda Jinên Kevana Zerîn êrîşa giran a li ser Navenda Çand û Hunerê ya Ahmet Kaya şermezar dikin û ji dewleta Fransayê dixwazin ku sûcên ku hatine kirin û hêzên qirêj ên li pişt wê derxin holê û wan  bidarizînin. Divê hikûmeta Fransayê bizane ku zû yan dereng wê di wijdanê dîrok û mirovahiyê de, weke hevparê her kuştina ku di tariyê de hiştiye û ronî ne kiriye, were darizandin.

Li ser vê bingehê bi taybetî di şexsê hunermend Mîr Perwer û her du hevrêyên me de em li pêşberî rastiya Kurd û jinên li ser vê rêyê li ber xwe didin bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em bang li hemû hunermendan, bi taybetî jî bang li jinên hunermend dikin ku heta komkujiya li hemberî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ronî bibe, li qadan li ber xwe bidin."