Karkerên tekstîlê yên li Bangladeşê di grevê de ne
Karkerên tekstîlê yên li Bangladeşê di grevê de ne
Karkerên tekstîlê yên li Bangladeşê di grevê de ne
Li Bangladeşê ji ber greva karkerên tekstîlê, 250 kargeh ji bo demekê hatin girtin.
Li Bangladeşê karkerên tekstîlê, bi daxwaza zêdekirina heqdestên xwe, ev sê roj in di çalakiyê de ne. Hat ragihandin ku ji ber greva karkeran nêzî 250 kargehên tekstîlê ji bo demekê hatine girtin. Karkerên di grevê de ne, di roja sêyemîn a çalakiya xwe de bi hêzên ewlekariyê re pev çûn. Di encama pevçûnan de 10 karker birîndar bûn.
Serokê Komeleya Endustrî û Îxraçvanên Tekstîlê Mûhammed Atîqûl Îslam daxuyaniyek da û got, "Ji ber xeteriya şewitandin û bandora pevçûnên rojên dawî lê bê kirin, me hemû kargehên tekstîlê yên li Ashûlîa girtin."
Kargehên tekstîlê yên li Asûlîa malên kargehên rojavayî yên Walmart, H&M, Gap û Eagle Outfitters hildiberînin.
Karkerên di grevê de ne dixwazin mehaneyên wan ên heyî 3 hezar taka (29 Euro) bibe 8 hezar taka (76 Euro). Li Bangladeşê ku duyemîn welatê tekstîlê yê herî mezin ê cîhanê ye, 3.200 febrîqeyên tekstîlê lê ne û nêzî 4 mîlyon karker lê dixebitin.
Li nêzî paytexta Bangladeş Dakkayê di meha Nîsanê de avahiya febrîqeyeke tekstîlê hilweşiyabû û di encamê de 1130 karkeran jiyana xwe ji dest da bûn.