Karesata madenê ya li Spanyayê: 6 mirî

Karesata madenê ya li Spanyayê: 6 mirî

Li kaneke komirê ya li bakurê Spanyayê, ji ber belavbûna gava metanê 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan.

4 jê giran 5 karkerên ji ber gazê nexweş ketin jî, rakirin nexweşxaneyên li derdorê. Hat ragihandin ku li kana madenê ya Santa Lûcîa ya li bajarêok Pola de Gordon teqîn rû nedaye, gaz li nava kanê belav bûye, lewma karker bi jehrê ketine. Tê gotin ku li madenê hînê 10 karker asê mane.

Serokê Sendîkaya Karkerên madenê Jose Antonîo Colînas da xuyakirin ku xebatên rizgarkirinê dewam dikin. Rayedaran diyar kirin ku ji ber gazê li madenê oksîjen nemaye û ji ber vê yekê ew li benda dayîna hewayê ji bo madenê ne.

Kana komirê ya li 694 metre binê erdê he, ji aliyê Fîrmaya Komirê ya Bask Leon ve tê bikaranîn û 400 karker lê dixebitin.