'Jiyana me divê bi Kurdî be'

Hevserokê MED-DER'ê Mehmet Esen zext û zordariya li ser zimanê Kurdî şiband dema sala 1952'an a li Bangladeşê û bang li Kurdan hemûyan kir ku li her qadê bi Kurdî biaxivin.

Bingeha 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, bi têkoşîna xwendekarên Bangladeşî ya ji bo zimanê dayikê hate danîn. Îro ev têkoşîn li Kurdistanê didome. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Mehmet Esen li ser girîngî û xebatên li ser ziman axivî. Esen bi bîr xist ku, roja 21'ê Sibata 1952'an komek ji xwendekarên Bangalî ku li zanîngehan dixwend, li paytextê Bangaladeş Dakayê xwepêşandanek lidar xistin, bi dirûşm û pankartên xwe xwestin ku bi alfabeya xwe û bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin.

DÎROKA TÊKOŞÎNA XWENDEKARÊN BANGLADAŞÎ

Esen bal kişand ser dîroka têkoşîna xwendekarên Bangaldaşî û got: "Di sala 1952'an de Bangaldeş di bin desthilatdariya Pakistanê de bû û Pakîstanê ziman û ҫanda wan qedexe kiribû. Di xwepêşandana 1952'an de polîsên Pakistanî bi awayekî hovane êrîşî xwendakarên Bengalî kirin. Gelek ji wan  birîndar bûn, hinek hatin girtin û 11 kes jî li qada xwepêşandanê hatin kuştin. Gelek dewlet û dem û dezgehên sivîl ên navneteweyî ew hovîtî protesto kirin. Ҫend sal piştre Rêxistina Yekîtiya Neteweyan beşê Perwerde, Zanyarî û Ҫandê (UNESCO) li ser pêşniyara Bengaliyan roja 21'ê Sibatê bi navê International Mother Language Day (IMLD ), yanî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ragihand. Piştî van bûyeran dewleta Pakîstanê neҫar ma û di sala 1956'an de li gel zimanê Urdû zimanê Bengalî jî wekî zimanê fermî pejirand."

'LI TIRKIYÊ ZIMAN TÊ ASTENG KIRIN'

Esen da zanîn ku li Tirkiyeyê bi heman rengî zext li ser zimanê Kurdî heye û wiha axivî: "Polîtîkayên di sala 1952'an yên li Bangladaşê pêk dihatin, îro li Tirkiyeyê jî pêk tên. Li Tirkiyeyê jî zimanê Tirkî zimanê fermî hatiye dîtin û zimanên din li ber windabûnê ne. Li Tirkiyeyê tenê Tirk najîn, Kurd, Ermen, Suryanî, Ereb û neteweyên cudatir jî hene û li ser vê axê bi hev re dijîn. Ziman mix û stûna bingehîn a civakê ye. Civaka ku di hemû aliyê jiyanê de zimanê xwe neaxive, ew ziman tine ye û li ber tunebûnê ye. Li Bakurê Kurdistanê bi milyonan Kurd hene û her netewe jî hebûna xwe ji pênaseya neteweya xwe distîne. Pênaseya Kurdbûnê jî ji ziman tê. Mixabin îro zimanê Kurdî li Tirkiyeyê qedexe ye û ziman nayê axaftin. Zextên dewletê li her alî li ser zimanê Kurdî hene. Li meclîsa Tirkiyeyê nûnerên Kurdan hene, dema ku peyvek bi Kurdî diaxivin, ew peyv weke zimanê nayê fêmkirin 'X' tê nivîsandin. Bi vê yekê re dewlet heqaretê li ziman dike û neteweyekê tune dibîne."

'ZAROKÊN KURD TÊN PIŞAFTIN'

Esen anî ziman ku dema bê xwestin civak bê tunekirinê destpêkê êrîş li ser zimanê civakê tê kirin û wiha pê de çû: "Dema ku mirov li polîtîkayên hikumeta Tirkiyeyê yên li ser gelê Kurd binêre ji xwe di hundirê vê de ev polîtîkaya pişaftinê hewandiye. Zimanek neyê zanîn, neqebûlkirina neteweyekê ye. Kurd hene, lê belê hebûna wan nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê îro xetereyek mezin li ser civaka Kurd heye. Dewletê li gelek deverên Kurdistanê hişmendiyek 'zarokên we çiqas bi Tirkî bên perwerdekirin, wê ewqas serketî bin' daye afirandin. Dema ku mirov ji aliyê zanistiyê ve lê binerin ev yek berevajî ye û tiştekî wiha di zanistê de nîne. Zarok heta temenê wî biçe 11 salî dikare zêdetîrî 7 zimanan hîn bibe. Ev polîtîkaya hikumeta AKP'ê li dijî zanîst û exlaqê ye. Zarokek dema bikaribe bi 7 ziman hîn bibe çima em tenê di zimanekî de bifetisînin? Ez bang li tevahiya gelê Kurd dikim ku bi hişmendiya wê zarokê me serketî bin fêrî Tirkî nekin. Serketina zarokên we ne di hînbûna zimanê Tirkî de ye. Teqez serketina zarokan destpêkê hînbûna zimanê dayikê ye."

XEBATÊN MED-DER'Ê

Esen li ser xebatên MED-DER'ê yên ziman jî axivî û ev tişt got: "Xebatên komeleya me bêhtir li ser lêkolîna ziman û hînkirina zaravayê Kurdî Kurmancî û Kirmanckî ye. Em materyalên Kurmancî û Kirmanckî amade dikin. Li MED-DER'ê qûrsên ji asta yekemîn heta memostetiyê tên dayin. Kesên ku tevlî qûrsan bibe di pênc astên perwerdehiyê re derbas dibin. Bêhtir daxwaza hînbûna Kurmancî û Kirmanckî ji ciwanan tê û ciwan dixwazin hînî zimanê xwe bibin. Divê serdema pêşiya me de projeyên me ji bo zarokan heye, berî niha ji bo mezinan perwerdehî me dida. Niha jî em dixwazin zarokên li Amedê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî hîn bikin û qûrsan ji bo zarokan vekin. Dîsa di serdema nû de em ê qûrsên nû bidin destpêkirin. Her wiha em karê wergerê jî dikin. Ji Îngîlîzî, Tirkî werdigerînin Kurdî. Wekî din atolyeyên wergerê em vedikin, kesên bixwazin wergera xwe bi pêş bixe tên û tevlî xebata me dibin."

'JIYAN BI KURDÎ BE'

Esen bang li tevahiya gelê Kurd kir ku li her qadên jiyanê bi giranî bi Kurdî baxivin û wiha got: "Divê di her alî de Kurd bi zimanê xwe biaxivin û zimanê Kurdî bikin zimanê jiyanê. Em her tim tînin ziman; zilm, zordarî û tundiya dewletê li ser me heye. Divê em vê yekê ji bîr jî nekin ku  gelek tişt di destê me bi xwe de ye, divê li kuçe, kolan, malê, bazar û civatê bi Kurdî biaxivin. Dema ku li her qadê em bi Kurdî biaxivin û zarokê xwe hînî Kurdî bikin wê polîtîkayên pişaftinê yên dewletê bi sernekevin. Çavkaniyên me hene û MED-DER jî bi vî karî radibe. Werin em bi hev re bi zimanê xwe bijî û bi zimanê xwe biaxivin."