‘Jiyan Xweş e’ derket pêşberî temaşevanan
Lîstika bi navê ‘Jiyan Xweş e’ ya ji aliyê AvEG-Kon û BEKSAV’ê ve li seranserê Ewropayê hat organîzekirin, derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe.
Lîstika bi navê ‘Jiyan Xweş e’ ya ji aliyê AvEG-Kon û BEKSAV’ê ve li seranserê Ewropayê hat organîzekirin, derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe.
Lîstika bi navê ‘Jiyan Xweş e’ ya ji aliyê AvEG-Kon û BEKSAV’ê ve li seranserê Ewropayê hat organîzekirin, derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe.
Lîstika ji aliyê Şanoya Deriyê Nû yê Îzmîrê ve li bajarê Koln û Ratîngen hat lîstin eleqeyek mezin dît. Lîstika ji bo li 14 bajaran bên lîstin derket Turneya Ewropayê, destpêkê li Kolnê lîst. Nêzî 100 şanohezî lîstika ‘Jiyan Xweş e’ bi eleqeyek mezin temaşe kir.
Lîstik bi beşên xwe yên ku difikirîne, dikenîne û hêviyan mezin dike, ji Paramazê Ermenî heta Paramaz Kizilbaş yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, anî cem hev. Performansa lîstikvanên Şanoya Deriyê Nû bi eleqeyek mezin hat temaşekirin.
Li Ragîngen lîstik ji aliyê 200 kesî ve hat temaşekirin. Lîstikê rastiyên Anatolya û Mezopotamyayê ve anî rû hev, da lêpirsînkirin û fikirandin. Di lîstikê de gelek mijar ên der barê jinan, karkeran, şer, aştî, kuştinên jinan, tecawizkirina zarokan a li Pozantiyê, cih girtin. Lîstik rastî eleqeyek mezin hat. Piştî lîstikê bi temaşevanan re sohbet hat kirin.
Nûnerên AvEG-KOM’ê di axaftinên li Koln û Ratîngenê kir de got: “Bi vê berxwedana ku ji Paramazan heta Suphiyan dirêj bûye, li erdnîgariya Mezopotamyayê hêvî û azadiya gelan mezin dibe. Emê bi konfederasyon, federasyon û saziyên herêmî yên bo mafên we têdikoşin re hevdîtinên xwe bidomînin.”
Lîstika ‘Jiyan Xweş e’ ya Şanoya Deriyê Nû, di 3’ê Nîsanê de li Kîel, di 4’ê Nîsanê de li Hamburgê, di 5’ê Nîsanê de li Berlînê, di 6’ê Nîsanê de li Bîelefeldê, di 11’ê Nîsanê de li Rotterdamê, di 12’ê Nîsanê de li Brukselê, di 17’ê Nîsanê de li Frankfurtê, di 18’ê Nîsanê de li Ulm, di 19’ê Nîsanê de li Nurnberg, di 24’ê Nîsanê de li Basel, di 26’ê Nîsanê de li Stuttgartê wê bê lîstin.