Ji sala 2003’an ve li Iraqê 280 rojnamevan hatîne qetilkirin
Ji sala 2003’an ve li Iraqê 280 rojnamevan hatîne qetilkirin
Ji sala 2003’an ve li Iraqê 280 rojnamevan hatîne qetilkirin
Piştî bilavbûna nûçeya kuştina rojnamvana jin Nurs Neîmî belav bû, hat ragihandin ku ji sala 2003’an ve li Iraqê 280 rojnamevan hatîne qetilkirin.
Li gorî malpera nûçeyan a Ehrar di nava du mehên dawiyê de li Iraqê zextên li ser rojnamevanan zêde bûne.
Li gorî daneyên dawiyê hêjmara rojnamevanên ji sala 2003’an ve li Iraqê jiyana xwe ji dest dayîn gihiştîne 276 kesan û 4 rojnamevan jî li Herêma Başûrê Kurdistanê hatîne qetil kirin, bi vê re hêjmara rojnamevanên ku hatîne qetilkirin bûye 280’î
Li gorî rapora Rêxistina Piştgiriya Rojnamevanên Îraqê ji dema Sedam Hisên li ser dershildariyê ketî ve li Mûsilê 48 rojnamevan hatîne kuştin.
Nurs Neîmî ya temel 19 salî rojnamevana herî dawî bû ku li Mûsilê li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat, di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Herî dawî di 5’ê Kanûna sala2013’an de li bajarê Herêma Başûrê Kurdistanê jî Sernivîksarê Kovara Rayel û nûçegihanê rojnameya Awêne Kawe Germiyanî rastî êrîşa çedkarî hatî bû û jiyana xwe ji dest dabû.