Ji Rûsyayê operasyona koçberan: Hezar kes hatin binçavkirin
Ji Rûsyayê operasyona koçberan: Hezar kes hatin binçavkirin
Ji Rûsyayê operasyona koçberan: Hezar kes hatin binçavkirin
Li Rûsyayê li hemberî koçberan operasyoneke nû hat lidarxistin. Di operasyonê de 1000 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên Rûsyayê yên ji destpêka salê û vir ve li hemberî koçberan dimeşîne, dewam dike. Li taxa Bîryûlevo pitşî ku Azeriyekî welatiyekî Rûs kuşt, li hemberî bazarên bi giranî koçber lê ne, serdegirtinên nû rû dan.
Li gorî agahiyên ajansa Înterfaksê, li Moskowayê di encama serdegirtina duh a li bazara bi navê Sadovov de nêzî hezar koçber hatin binçavkirin.
Hêzên ewlekariyê dan xuyakirin ku kesên hatin binçavkirin welatiyên ji Kirgizîstan, Tacikîstan û Ozbekîstan in. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ewê were lêkolînkirin ka ev kesên mijara gotinê sûc kirine yan na, bi qanûnî li welêt dimînin yan na.
Bazara Sadovov, piştî pevçûna meha Tebaxê ya li Bazara Matyeveskî ya navbera polîs û koçberan de, ji nêz ve dihat şopandin. Di serdegirtina li vê derê de nêzî 3 hezar koçber hatibûn binçavkirin. Beşek ji binçavkiriyan hatibûn dersînorkirin.