Ji mûxalefeta Rûs meşa 'azadiyê'
Ji mûxalefeta Rûs meşa 'azadiyê'
Ji mûxalefeta Rûs meşa 'azadiyê'
Mûxalefeta Rûsyayê îro li paytexta Rûsya Moskowayê bi beşdariya bi hezaran kesî xwepêşandanek lidar xist.
Li Rûsyayê mûxalefeta ku ji rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên li dijî Serokdewlet Pûtîn pêk tê, li Moskowayê dest bi "Meşa Azadiyê" kir.
Xwepêşandêrên dixwazên mûxalîfên li girtîngehan bên berdan wêneyên Mîhaîl Hodorkovskiy, Mariya Alyohîna, Şaredarê berê yê Yaroslavl Yevgeniy Ûrlaşov û wêneyên kesên ji ber bûyerên dijwariyê yên li Meydana Bolotnaya hatin girtin, hilgirtin.
Çalakger ji Meydaan Pûşkîn dest bi meşê kirin û ber bi nuqteya nêzî Meydana Tûrgenevskaya dimeşin. Tê gotin di rêgeha meşê de 3 hezar tîmên tevgera taybet (Amon) û polîs hene.
Li gorî polîsê paytextê, beşdariya li meşa saet di 15:00 de destpê kir, 4 hezar û 500 kes e. Tê texmînkirin ku hejmara rastî gelekî zêdetir e.
Ji bo meşa piştgiriya bi girtiyên ji ber çalakiyên Bolotnaya bi beşdariya endamên "Komîteya 6'ê Gulanê", Şaredarê berê yê Yaroslavl Yevgeniy Ûrlaşov û alîgirên Lablokoyên Lîberal, ji şaredariyê destûr hat stendin. Komîteyê da xuyakirin ku 30 hezar kesê beşdarî çalakiyê bibin, lê Şaredariya Moskowayê destûra ji bo 20 hezar kesî da.
Di 6'ê Gulana 2012'an de mûxalîf li Meydana Bolotnaya ya li nêzî Qesra Kremlînê li hev kom bûbûn û ji bo cara sêyemîn hilbijartina Vladîmîr Pûtîn ji bo serokdewletiyê şermezar kiribûn. Di dema van çalakiyan de pevçûnên dijwar qewimîbûn. Piştî ku gelek kes hatin binçavkirin, li wan cezayê girtinê hatibû birîn û li girtîgehê hatibûn bicihkirin.