Ji Mezopotamyayê heta horonê pira biratiyê

Ji hunermendên Navenda Çanda Med Evînên Rêzan bi projeya 'Ji Mezopotamyayê ji Horonê heta Kemançe û Kemençeyê’ careke din çanda Mezopotamya û Derya Reş tîne gel hev.

Ji hunermendên Navenda Çanda Med Evînên Rêzan bi projeya 'Ji Mezopotamyayê ji Horonê heta Kemançe û Kemençeyê’ careke din çanda Mezopotamya û Derya Reş tîne gel hev. Rêzan ku bi hunermenda Derya Reş Bûrcû Yeşîlbaş re du berhem çêkiriye, hem Kurdî û hem jî zaravayên Derya Reş aniye cem hev û li ber Kemançe-Kemençeyê govend û horonê bi hev re di klîbekê de nîşan dide. Evînên Rêzan ji ANF’ê re axivî û got: “Hedefa min ev e ku ez Trabzonê bibim Mêrdînê, Mêrdînê jî bibim Trabzonê.”

GER KEMANÇE BI KEMENÇEYÊ RE BIBE YEK…

Ji Hunermendên Navenda Çanda Med Evînên Rêzan bi projeya ‘Ji Mezopotamyayê ji Horonê heta Kemançe û Kemençeyê’ pira biratiyê di navbera Trabzon û Mêrdînê de ava dike. Rêzan bi hunerê dixwaze her du çandan bi hev bide hîskirin û diyar kir ku vê pirê bi kemançeya Mêrdîn û amûra kemençe ya Derya Reş re tîne cem hev.

Evînên Rêzan destnîşan kir ku ev proje nêzî 10 meh berê hatiye destpêkirin û da xuyakirin ku bi hevkariya ji koma Marsîs a Derya Reş Ceyhûn Demîr re hunermenda Derya Reş Bûrcû Yeşîlbaş nas kirine û wê jî ev proje hema erê kiriye. Rêzan diyar kir ku strana Kurdî ya ‘Çav Xezal’  û strana bi zaravayê Derya Reş a ‘Evîndara min bi erebeyê diçe’ anîne cem hev û ev berhem bi klîbeke ku kişandine didin nasîn. Rêzan got: “Di klîbê de me li gel kemançe û kemençeyê horona Derya û govenda Mêrdînê anîn cem hev. Ekîba horonê mamosteyê Reksên gelêrî ya Beşîk Şevket Yakûpoglû amade kir û klîba govendê jî ji aliyê Navenda Çanda Med ve hat amadekirin."

MÊRDÎN BIRIN TRABZONÊ, TRABZON ANÎN MÊRDÎNÊ

Rêzan da zanîn ku proje ji sê hedefan pêk tê û wiha pê de çû: “Hedefa me ya yekem ev bû ku di alî dîtbarî de klîbek bê çêkirin, hedefa duyemîn ev bû ku li Stenbolê performansek zindî bê kirin, ya sêyemîn û ya herî girîng jî ev bû ku Derya Reş bibin Mêrdînê û Mêrdînê jî bibin Trabzonê bû.”

Rêzan bi lêv kir ku her çiqas çanda Mezopotamya û ya Derya Reş ji hev dur be jî, di esasê de çandê ku nêzî hevin û got her du çand jî taybetiyên dostane, mîvanperwer dihundirînin û hunerên xweserin.

Evînên Rêzan got ji bo her du çand û civak bên cem hev ji şaredariyên Mêrdîn û Trabzonê li bende destekê ne û got: “Hêviya me ev e ku ji avêtina hîmê biratiyê ya di navbera Mêrdîn û Trabzonê de pêşengiyê bikin.”

...