BI DÎMEN

Ji Koma Amara klîbeke nû ya bi pirzimanî: Apo Roj e

Komara Amara klîba xwe ya bi zimanê Kurdî, Îngilîzî û Erebî û ya bi navê ‘Apo Roj e’ weşand.

KOMA AMARA

Gotina ‘Piştî 25 salan’ a di destpêka klîbê de, îşaret bi şert û mercên esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda li ser wî dike.

Di klîbê de fîgurên jinên şoreşger ên mîna Sakîne Cansiz û kesayetên dîrokî yên mîna Rosa Lûxembûrg cih digirin.

Di klîbê de tê destnîşankirin ku Abdullah Ocalan deriyê azadiya jinê vekiriye. Her wiha motîfên dîrokî û çandî jî derdikevin pêş, ev jî nîşan dide ku ev berhem bi wateyeke kûr hatiye nirxandin.

Ev xebata Koma Amara hem ji aliyê muzîkal hem jî ji aliyê dîtbarî ve peyamên xurt dide.

Li aliyekê bal tê kişandina ser tecrîdê û esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Bi taybetî jî fîgurê sê jinên ku li darekê hatî nexşandin, nûneriya felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dike.

Klîba ‘Apo Roj e’ ya ayîdê Koma Amara, ji berhemekî muzîkî hîn wêdetir e. Di klîbê de peyamên têkildarî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û jinan tên dayîn. Klîb temaşevanan rû bi rûyê rêwîtiyeke çandî û dîrokî dihêle.