Ji Îranê bersiva êrişê: 16 kes hatin darvekirin
Ji Îranê bersiva êrişê: 16 kes hatin darvekirin
Ji Îranê bersiva êrişê: 16 kes hatin darvekirin
Îro 14 leşkerên parastinê yên Îranê ku li herêma Sistan-Belucistanê ya di sînorê dinavbera Îran û Pakîstanê de piştî hatine kuştin şûnde rejîmê ji kesên ku têkiliyên wan bi komên dijber re heye 16 milîtan darve kirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî Îrna’yê li herêma Saravan ya Sistan Belucistanê de pevçûnên ku rûdan de 14 parêzvanên sînor hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn. Li gorî nûça ajansê nehat zanîn ka pevçûn li gel “çeteyane” yan komên “serhildêr” yên li dijî Komara Îslamiya Îranê ne.
Alikarê Wezîra Karên derve Ali Abdullahi diyar kir ku pevçûn ji aliyê “komên dijmin” yên endamên Îranê ne ve hatiye kirin. Alikarê wezîr diyar kir ku sê leşker dîl hatine giritn û birine aliyê Pakistanê.
Eyaleta Sistan-Belucistan ku dikeve sînorê Îran û Pakistanê zêdetirê xwe kême netewa Sûnî lê dijî, di salên dawî de bi teybetî rêxistina Cundullah ( leşkerên Xûdê) gelek çalekî lê pêk anîne.
Ev herêm di heman demê de weke navendekî trafîka tiryakê jî tê de bi karanîn. Tiryaka ku li Efxanîstanê tê hilberîn beşek mezin dibin Ewropa û welatên Ereban.
Rejîma Îranê mirina 14 leşkeran bi darvekirinê bersiv da. Li gorî nûçeya ajansa Fars dozgerê herêma Sistan-Belucistan Muahmmed Marzieh ragihand ku weke bersiva êrişê 16 kesên ku têkiliyên wan bi komên dijber re hene îro li bajêrê bingehîn yê herêmê li girtîgeha Zahadan hatine darvekirin.
Dizger got ku: “ komên serhildêr gelê sivîl yan jî hêzên parastinê kirine di hedefa xwe de me ew şiyar kiribûn ku wê her êrişekî wan bê bersiv ne mîne.”
Îran di mijara darvekirinê de piştî Çînê di rêza duwem de cih digire. Her sal bi sedan kes têne darvekirin. Welatê ku lêpirsîna wekhev neyî de biryarên darvekirinê li ser hev di çend deqeyên darvekirinê de têne dayîn.