Ji Hunergeha Welat klîba 'Hey Zapê'

Hunergeha Welat ku li Rojavayê Kurdistanê xebatên girîng ên hunerî dike, klîba 'Hey Zapê' amade kir û li ser malperên xwe yên medyaya dijîtal belav kir.

Hunergeha Welat li Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) xebatên girîng ên hunerî dike. Stran û klîbên girîng amade dike. Hunergeha Welat vê carê strana 'Hey Zapê' amde kir û li ser malperên xwe yên medyaya dijîtal belav kir.

Klîb balê dikêşine li ser berxwedana gerîlayên azadiyê ya li dijî dagirkeriyê. Di klîbê de ya herî balkêş ew e ku kêliya gotina, ‘Hey Zapê‘ derbas dibe girseya gel pêlavên mekap a ku gerîlayên Kurdistanê dixe piyê xwe, hilgdigrin û bi yek rengî radikin jorê û coş bêhtir dibe.

Klîba bi navê 'Hey Zapê' ku bi muzîk û dîmenên bi coş ji di saetên êvarî de hate weşandin, rastî eleqeyek mezin hat.