Ji Hîzbûllahê hişyariya şer

Ji Hîzbûllahê hişyariya şer

Lîderê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah da xuyakirin ku eger der barê Îran û bernameya wê ya nukleerî de peymanek dernekeve holê, dibe ku li herêmê xeteriya şer destpê bike. Nasrallah diyar kir ku hin welatên Ereb bi biryardarî li dijî peymaneke Îranê bi welatên cîhanê û çareseriya siyasî ya li Sûriyê derdikevin.

Di kaseta vîdeo de Nasralalh got, "Di navbera Îran û welatên cîhanê de gelo peymana alternatîf dikare çi be? Alternatîf dê bibe destpêka şerê li herêmê."

Nasrallah welatên Ereb ên bi rêveberiya Îsraîlê re di nava hevkariyê de ne rexne kir û destnîşan kir ku heman welat li dij in ku li Sûriyê çareseriyeke siyasî derkeve holê. Li gorî çapemeniya navneteweyî ev gotin ji bo Qatar û Erebîstana Siûdî hatine kirin.

Nasrallan da xuyakirin ku ji bo Îsraîlê pêwistî bi ti peymaneke pêşî li şerê li herêmê bigire nîne û got, "Cihê xemgîniyê ye ku hin welatên Ereb di rewşa Îsraîlê de cih digirin. Her wiha mixabin hin welatên Ereb li axaftinên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû guhdarî dikin. Ev welatên mijara gotinê, hemû biryarên siyasî yên ji bo rawestandina xwîna li Sûriyê tê rijandin, datînin aliyekî. Her wiha bi biryardarî li dij derdikevin ku Îran bi welatên cîhanê re li hev bike û peymanê mor bike."