Ji dil ber bi heqîqetê: Ahenga rengan

Pelşîn Mûnzûr li ser pêşangeha wêneyan a wênevan Sînan Hezer nivîsî ku wê meha bê li bajarê Rennes ê Fransayê bê vekirin.

Gava tu ji dil li saz bibe, hingî heqîqet jê deng vedide. Li gerdûnê geş dibe û dibe gotin, ji cemê re. Ji erkan re dibe ronahî, dibe par; tevlî nava canan dibe, zêde dibe, dibe qezenca alemê. Digihêje dil, ji dil xwe digihîne heqiyê, ji heq li can vedigere, di semahê de dibe serxweşî. Serxweşî jî xwegihandina heqîqê ya li nava eşqê ye. Jiyana bi şarezayî, huner, exlaq, wate û hestê dagirtî, di wê serxweşiyê de veşartî ye. Jiyana bi rengê azadiyê jî di nava wê serxweşiyê de ye. Hunerî ye, azadî têkoşîneke hunerî ye, rêveçûn e. Eger lêgerîna li azadiyê serxweşî be, ew serxweşî jî herî baş bi hunerê tê nîşandan.

Em dixwazin pêşangeha ji wêne û nîşaneya heqîqetê, pêşangeha ji rastî û sadebûnê li gorî pîvana ku 'mafê jinê dide, çiqasî dikare me îfade bike û nîşan bide' binirxîne. Ev pêşangeh têkoşîneke hunerî ye, serhildaneke, raperîneke. Ji têkiliya gerîla-xwezayê heta bi kenê jinê yê li jiyan û eşqa azadiyê, wêneyên jiyana manewî, fedakarî, wêrekî û kedê ya gerîlatiya nîv sedsalê ya Kurdistanê ye. Dostaniya pezkoviyan û gerîlayên jin bi rengê herî bedew kiriye wêne. Gerîlayên jin ên ku di keziyên xwe de kenê xwe û xemgîniya ji ber şehadeta hevrêyên xwe veşartine, di nava porên xwe de rojên lehengiyê dirêj û geş kirine, bi rengê romanê hatine xêzkirin, wêneyên wan hatine çêkirin. Ya ku ji dil tê hîskirin li ser tualê, ji tualê jî ber bi heqîqetê ve rêwîtiyekê vedibêje. Pêşiya pêşî, her tiştên ji dil tên lêxistin, her tiştên ji dil têne xwendin, digihêjin dil. Ev pêşangeya ji wêneyên dilgermî divê bê silavkirin.

WÊNEYÊ HÊZA ÎRADEYÊ

Ev pêşangeha wêneyan helwest û keda wênevanekî demokrat, şoreşger û muxalîf e. Ji aliyê kompozîsyonê ve xwedî wateyeke kûr e. Mirov dema li tabloyan dinihêrin, bi têkiliya xurt a navbera doh, îro û sibe de dest bi rêwîtiyekê dike. Bedewî çi ye, ji kê re bedew tê gotin, ji kîjan kêliya jiyanê re jiyaneke azad tê gotin? Jiyana gerîla yên jin ên ku li çiyayên Kurdistanê bi xwezayê re xwedî ahengieyke xurt e, hîs dike, bi xwezayê re diaxive, bi xurtî nîşan dide. Wê dayika ku li Parîsê mekap a gerîla bilind dike û dihejîne, gerîlayên ku mekab a xwe ya qetiyayî didirû û meşa xwe dewam dike, her wiha bi hezaran bîranînên gerîla yên di nava mekabê de veşartî ne, têne hîskirin. Wênevan şer û hêza îradeyê ya gerîlatiya li Kurdistanê bi wêne nîşan daye. Bedewî, bêminetî, sekneke bi rûmet û lêgerîna li azadiyê ye. Strana berxwedanê ya hebûna xwe ye ku serî natewîne. Kurdîtî ye ku dibêje 'ez hem e, ez ê hebim'. Pêşangeh jî ahengiya rengan a bedewiya pak û manewî ye.

DEMA PÊŞANGEHÊ JÎ GELEKÎ BI WATE YE

Sedsala 21'ê bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ya Rêber Apo weke sedsala geşbûna têkoşîna azadiya jinê bi rê ve çû. Jinên Kurd li Rojava şoreşa xwe pêk anîn, niha jî bi vê sûdwergirtinê li Îranê şoreşa jinê pêk tê. Lewma sedsala 21'ê wê weke sedsala jinê û azadiyê derbasî dîrokê bibe. Desthilatdarên baviksalar ji ber vê yekê piştgiriyê didin êrîşên bi eçkên kîmyewî yên dewleta faşîst a AKP-MHP'ê, ji bo nerazîbûna raya giştî kêm bike, timî manîpule dike. Her roj bi dehan êrîşên hewayî yên kîmyewî têne kirin. Li hemberî van êrîşan berxwedana gerîla li Avaşîn, Zap û Metînayê dewam dike. Di demeke bi vî rengî de ev pêşangeha bi mijara gerîlayên jin, xweza û azadiyê gelekî bi wate ye. Ked û dilê wênevan Sînan Hezer sax be.