Ji dengê gerîlayekî Rojhilatê Kurdistanê: Rêbendanî Bêbezeyî
Gerîlayekî ji Rojhilatê Kurdistanê bi helbesta "Rêbendanî Bêbezeyî" (Sibata bêrehm), komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê şermezar kir.
Gerîlayekî ji Rojhilatê Kurdistanê bi helbesta "Rêbendanî Bêbezeyî" (Sibata bêrehm), komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê şermezar kir.
Bi pêşengitiya Ragihandina Komelên Ciwan ji bo bîranîna Şehîd Şoreş Beytuşşebap û hemû fedaiyên berxwedana Garê û ji bo şermezarkirina salvegera 24’emîn a destpêka komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, helbestek hate hûnandin. Helbesta bi navê ‘Rêbendanî Bêbezeyî’ ji dengê gerîlayekî Rojhilatê Kurdistanê hate vegotin.
Beşek ji helbestê wiha ye:
"Ji zimanê ku hatiye birîn, ya benda dora qirikê Şêx Seîd; Xweziya ji cihê xatirxwestina bi ax û hesret, deriyê Sur vekirina
Ji nişka ve zarokek sava ji hembêza tavê hilat, êşa birîna hilweşandî ya dayikê kişand
Bi çar lepikî xwe gihand benê sêdarê û got; “Ey xayinê xwefiroş, navê min Sonda Tolhildanê ye, termê min xencera tûj e, ji bo ku di dîroka qeşagirtî de neyêm helandin, min dem binpê kiriye û kêlî jî daliqandiye."
Got: "Deriyê Riha vekiriye, ji wir serî hilda berê xwe da çol û çiyan.
Yek bi yek şopa Pîr û Pîran di bîra min de ne
Ne bi tirs lê bi kîn, ji bîra min naçin
Serokê welatê di dîrokê de wendayî, li ser şax û pelên pîrê darekê û bi asoyek sor, bi sorbûyîna sûcdariya dîroka xwe
Taveke zer, bi zerbûyîna xwe zeviyên genimê, dixist tevgerê
Şêvek tije stêrk, Zeus ê stûxwarê îro yê dinyayê pê hesiya
Bi hatina komek ewrên reş, stêrk xeniqîn, firokê hate revandin
Pêlên sûcdar ber bi girava bê fedî, meşiyan
Mîna çalên reş ên Dehak, bi hezaran fersex û diwarên Îmralî xistin navbera me
Pêta agirê Sema û serdaran, hilma agirê ser laşê Viyan, bi hezaran fersex zuha kirin, dîwar hilweşandin, dilê dijmin tirsand
Argeha wargeha Rêbertî geştir bûye, êdî wê sar nebe."