Ji bo beşdariya li pêşbirka Şehîd Denîz Firat bang hate kirin

Ji bo beşdariya li pêşbirka çîrok, helbest û wêneyan a Şehîd Denîz Firat banga dawî ya tevlîbûnê hate kirin.

Ji bo 6'emîn Pêşbirka Çîrok, Helbest û Wêneyan a Şehîd Denîz Firat banga dawî ya ji bo serlêdanê hate kirin.

Komîteya Amadekar ragihand ku serlêdan wê heta 7'ê Tîrmehê dewam bike.

Pêşbirka ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî pêk were, îsal diayrî şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Şehîd Sara Hogir Riha, Şehîd Rûken Birûsk û Şehîd Seyît Evran tê kirin.

Pêşbirk bi zimanê Kurdî (bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Zazakî) û zimanên Erebî û Tirkî ye.

Li gorî komîteya amadekar; "beşdar dikare di beşê çîrokan de bi yek berhemê, di beşê helbest û wêneyan de bi du berheman beşdar bibin. 

Pêwîste berhem heya niha li tu ciha ne hetibe weşandin.

Kesê beşdar dibe dikarîn berhemê xwe li gel kurte jiyana xwe ji navnîşanên hatin diyarkirin:

E-Mail: [email protected]
Instagram: Pêşbirka Ş.Deniz Firat
Jimara tlf: +964 751 842 55 76
Facebook: Peşbirka Ş Deniz Firat
X: Pêşbirka Ş.Deniz Firat"