Ji Angelîne Jolîe re xelata Rûmetê ya Oscarê hat dayîn

Ji Angelîne Jolîe re xelata Rûmetê ya Oscarê hat dayîn

Aktrîsa Emerîkî Angelîne Jolîe, ji ber xebatên xwe yên alîkariya însanî ya bi dilxwazî, hêjayî Xelata Rûmetê ya Oscarê hat dîtin. Xelat bi merasîmek li Hollywoodê ji Jolîe re hat dayîn.

Jolîe xelata "Jean Hersholt Humanitarian Award” ku mîna "Oskar a Klasîk" e, di merasîma 5. Governors Awards de wergirt. Tevî Jolîe afirînerê cilûbergan Pîerre Tosî û komedyen Angela Lansbûry û Steve Martîn jî hêjayî Xelata Rûmetê ya Oscarê hatin dîtin.

Jolîe di merasîme bi beşdariya nêzî 600 vexwendeyan de axivî û got, "Dema min dest bi gerê kir, min berpirsyariya xwe ya li pêşberî yên din, fêm kir."

Aktrîsa 38 salî ya bi awayekî çalak beşdarî xebatên alîkariya însanî dibe, ji sala 2001'ê û vir ve wezîfeya Qasida Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî û ji sala 2012'an û vir ve jî rola erkdara taybet a Komîseriya Bilind a Penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî girtiye ser milê xwe. Jolîe di vê çarçoveyê de beşdarî 40 mîsyonên li gelemperiya cîhanê bû.

Xelata Rûmetê ya Herscholt bû duyemîn xelata Jolîe ya Oscarê. Aktrîsa navdar bi performansa xwe ya di fîlmê bi navê 'Girl Interrupted' (Serê min tevlihev bû) de, di beşa lîstikvana jin a herî baş a alîkar de xebata Oscarê di sala 2000 de wergirtibû. Aktrîsa navdar di sala 2005'an de jî hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatibû dîtin.