IOM: Li derya nêzî Lîbyayê bi sedan koçber mirin

IOM: Li derya nêzî Lîbyayê bi sedan koçber mirin

Hat ragihandin ku di 2 keştiyên li derya nêzî Lîbyayê noqî binê avê bûn de, zêdeyî 70 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) diyar kir ku berî çend rojan, keştiye 500 mirov tê de bûn, pêkane ji aliyê bazirganên mirovan ve bi zanebûn hatiye binavkirin. Rêxistinê ragihand ku keştiyeke din a 200 kes tê de bûn jî duh êvarê noq bûye û diyar kir ku ji mirovên di keştiyê de bi tenê 36 jê hatine rizgarkirin.

Berî hefteyekê keştiyek ji 500 kesan a ji Bendera Damietta ya Misirê rabû ku tê de piranî koçberên Sûriyeyî, Filistînî, Misir û Sûdanî hebû, li derya nêzî Lîbyayê binav bûbû.

Rêxistina Koçberiyê, li ser îfadeya 2 Filistîniyên bi saxî filitîn îro daxuyaniyek da û destnîşan kir ku pêkane keştî ji aliyê bazirganên mirovan ve bi zanebûn hatiye binavkirin.

Eger ev yek bê piştrastkirin, hingî wê bibe mezintirîn karesata koçberan a salên dawî li Derya Spî rû daye. Di Cotmeha par de li nêzî girava Lampedusayê di karesateke bi heman rengî de 300 koçberan jiyana xwe ji dest dabûn.

Berdevkekî ewlekariya peravan a Lîbyayê ji ajansa Reutersê re axivî û da zanîn ku hînê li ser rûyê deryayê gelek cesed hene.