BI DÎMEN

Hunermendê Kurd Roj nerazîbûn nîşanî CHP’ê da

Hunermendê Kurd Roj ku li Awûstralyayê dijî, ji ber ku CHP’ê strana wî ya ‘Dîren Diyarbekir’ weke propogandaya hilbijartinê bi kar anîne, nerazîbûn nîşan da.

Hunermend Roj ê ku li bajarê Sydney a Awûstralyayê dijî û xwediyê strana 'Dîren Diyarbekir' e, anî ziman ku CHP’ê bêyî destûra wî vê stranê ji bo propagandaya hilbijartinê li Amedê bi kar aniye.

Hunermend Roj ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser polîtîkayên talan, dizî û qirkirina çandî yên li dijî gelê Kurd. Roj, anî ziman ku ew li ser medyaya civakî hîn bûye ku CHP’ê stranê wî bê destûr di hilbijartinên xwecihî yên 2024’an de bikar anîne û wiha domand, “Min vê stranê ji bo vegotina eşqa gelê Kurd a ji bo zarokên xwe yên li çiyê şer dikin, çêkiribû. Gelê Kurd jî bi hezkirinek mezin xwedî li vê berhemê derket. Ji ber ku partiyeke mîna CHP'ê ku yek ji berpirsyarên destpêkê yên qirkirina Kurdan bû û hê jî hevkarê vê qirkirinê ye, muzîka min a ku berxwedana li dijî vê qirkirinê temsîl dike, weke amûrek ji bo propagandaya xwe bi kar tîne, şermezar dikim."

Roj, da xuyakirin ku ya CHP’ê dike jî “êrîşa li dijî nirxên gelê Kurd e” û got, "Bê guman em ê li dijî vê zîhniyeta qirkir a bêşerm, mîna ku min di strana xwe de diyar kiriye, em ê li ber xwe bidin."

Hunermend Roj wiha dewam kir, "Gelê Kurd wê berxwedana xwe bi awayekî layîqî dîroka xwe, bidomîne. Em zarokên welatekî bibereket in. Çawa ku avakirin û hilberîn karê me ye, xwedî derketin û parastina destkeftiyan jî erka me ye.”