Hunergeha Welat bi straneke nû bal kişande ser çekên kîmyewî

Hunergeha Welat a li Rojavayê Kurdistanê xebatên çand û hunerê birêve dibe, bi berhemek nû balê dikişîne ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser gerîla û Rojavayê Kurdistanê.

Hunergeha Welat a li Rojavayê Kurdistanê kar û xebatên çand û hunerê birêve dibe, bi berhema ‘Serêkaniyê û Avaşîn’ balê dikişîne ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker li ser gerîla û di êrîşên dagirkeriyê ya li Serêkaniyê bikar anî.

Di berhemê de bi zelalî berxwedana gel û gerîla ya di hemû warê jiyanê de nîşan dide.

 

Gotinên stranê wiha ne:

Serêkaniyê û Avaşîn

Çeng û bask û niklê ko

Çep û rast, pîçê Tirko

Tirko wa çû Berlînê

Da jehrê bi xwe re bînê

Da jehrê bi xwe re bînê

Bavê beriya Mêrdînê

Mêrdînê bi deşt û çiya

Tirkê li pişta Gêsiya

Gaz avêtin nav giya

Li Serêkaniyê û Avaşîn

Jehra ji Berlînê anîn

Avêtin ser canmerdan

Werxelê bi zare

Doqmaqê serê contirkan

Nifşekî hare

Hedara neyaran tune

---2----

De bes bike qitqitko

Nema lîs û mottiko

Ka dûvikê tev nedo

Bela zariya li xwe nedo

Pêşilka sisto visto

Ji me kewê bi qebqebo

Li we dîsa gavrevo

Me'naşa deq û 'in e

Tirko yê jêr û bin e

Wek sergoyê repin e

Em Kurd in, taca cîhanê

Serî nadin bêjiyo

Ew sêwlekê li Enqerê

Hatî bazara berê

Bi hêsirê çavê can-Kurda

Bi guliyên van keç-merda

Sonda zeriya por kezî

Tê li nav xwînê bigevizî

Werxelê bi zare

Doqmaqê serê contirka

Nifşekî hare

Hedara neyaran tune

Dewleta Tirk çekên kîmyewî li hemberî çiya û bajarên Kurdistanê, li hemberî şervan û gelê Kurdistanê, bikar tîne.

Hemû cîhan jî xwe kor û ker kiriye ...