Hûmîtra berhema karê ji 9 salan e

Xecê Şen ragihand ku piştî amadekariya 9 salan wê 'Hûmîtra' nivîsand û got, "Ev yek felsefeya destpêkê ya Kurdan e."

Xecê Şen ku li ser bingeha feslefeya Mêhrî-Mîtrayî sûd ji wêje, huner, arkeolojî û mûzîkê wergirt, bi navê 'Hûmîtra/Felsefeya hunerê ya Mêhrî-Mîtrayî' amade kir. Pirtûk ji aliyê Weşanên Aram ve hate çapkirin.

Di pirtûkê de bi sernavên 'Rola jinê ya di nava hunerê de', 'Hunera jinê ya kolektîf', 'Di huner û wêjeyê de zayendiya civakî' zayendiya civakî ya di nava felsefeya Mîtra de dinirxîne. 6 awazên ku her yek xwedî çîrokeke cuda ye, di çarçoveya zayendiya civakî de radigihîne.

Pirtûka 'Hûmîtra' ku di encama karekî demdirêj de hate amadekirin, ji bo xwendevan karibin bi hêsanî têbigihêjin, ferhenga têgehan jî di nava xwe de dihewîne.

Xecê Şen beriya ku dest bi nivîsandina pirtûkê bike, li Bakurê Kurdistanê li gelek perestgeh û kolanên nû jî geriya. Şen diyar kir ku koka peyva Hûmîtra ya ku navê pirtûkê ye li ser felsefeya Mêhrî-Mîtrayî hatiye avakirin. Şen anî ziman ku têgînên ‘Hebûn’, ‘Hozan’ û ‘Huner’ jî bingeha xwe ji felsefeya Hûmîtra û Mêhrî-Mîtrayî digirin û destnîşan kir ku girîngiya Mêhrî-Mîtrayî ji bo Kurdan gelekî bi wate ye.

FELSEFEYA CIVAKA DAYIKSALARÎ

Şen bi bîr xist ku berê erdnîgariya Kurdistan û Mezopotamyayê bi navê 'Zagros' dihate naskirin û wiha dewam kir: "Dibe ku îro Zagros tenê weke çiyayekî were naskirin, lê dema em li dîrokê dinêrin navê erdnîgariyeke gelekî mezin bû. Dema ku em li serdemên Mêhrî dinerin, mirovatiyê bi vê felsefeyê re ku dest bi têgihiştina xwe kir, jiyane xwe domandiye. ‘Mê’, di Kurdî de tê wateya ‘Jin’. Di heman demê de civaka dayiksalarî nîşan dide. Jina ku weke afirînera roj û rojê jî tê qebûlkirin, bi vê têgînê ve girêdayî ye. Beriya ol û baweriyên heyî hemû rengên baweriyê li gorî roj û ronahiyê teşe digirtin. Di heyama Mehrî de cihê tarîtiyê nema bû. Her tim bawerî bi ronî û rojê dihat.”

ENCAMÊ LÊKOLÎNÊN 15 SALAN

Şen da zanîn ku felsefeya Mêhrî di rastiyê de du serdem e û wiha got: "Dema yekem; Newroz, sala yekem a Kurdan e. Di wê demê de jê re dibêjin 'Roz' û piştre jî 'Nuroz' û îro jî weke "Newroz" tê bikaranîn. Serdema duyemîn 'Binê Salê' ye, ango beriya sersalê. Îro jî tê wateya roja ku demsala zivistanê tê nûkirin û jê re roja Mêrhê (Xorveger-Nûvekirinê) tê gotin. Ger we bala xwe dayê, di pirtûkê de gelek hêmanên etîmolojîk hene. Ev pirtûk di encama lêkolînên etîmolojîk de derketiye holê. Kesên ku xwedî xwendinên etîmolojîk bin wê gelek çêtir ji vê pirtûkê sûd wergirin. Eleqeya min a di vê mijarê de bi heyama 15 salan re ye. Bi taybetî ev 9 sal in lêkolîna min didome û di encama van lêkolînan de pirtûk derketiye holê."

BI TEMAMÎ NÊRÎNEKE FELSEFÎ YE

Şen got ku felsefeya Mêhrî-Mîtrayî di heman demê de felsefeya ziman, huner û wêjeyê ye jî û wiha dom kir: “Ziman, wêje û felsefeya Mîhrî-Mîtrayî ji hev cuda nayên dîtin. Bi rastî pirtûk ji beşên jin û estetîk, çand-hunera exlaqî û polîtîk û di hunerê de zayend pêk tê. Ji ber vê yekê, diviyabû ku ev hemû têgîn bi hevdû re bihata girtin. Hemû beşên ku di pirtûkê de cih girtine, bi perspektîf û paşxaneyek tenê ya felsefî hatine desteserkirin. Piştî çapkirina pirtûkê, ji gelek rewşenbîr û akademîsyenên kurd ên ku li zanîngehên din ên Ewropa û rojavayê cîhanê kar kirine an jî hewl didin teza xwe ya doktorayê li ser Mêhrî-Mîtrayî bikin, nêrînên erênî hatin. Lêkolîn û tezên wan û vê lêkolîna min ji sedî 80 li hev kirin. Ji ber ku ev felsefeya navborî ji aliyê akademîk û zanistî ve hatiye îspatkirin, her çendî ji sedî 100 nebûbe jî, nêzîkê wê ye. Ji ber vê yekê ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku; Ger kurdek li ser felsefeya Mêhrî-Mîtrayî dest bi lêkolînekê bike, ev pirtûk dê ji bo wan bibe arşîvek baş."

KOMÎNALBÛN FELSEFEYA RENGÊ JINÊ NÎŞAN DIDE

Şen diyar kir ku demeke dirêj li ser mijara 'Di Edebiyatê de Zayenda Civakî' lêkolîneke wê hebûye û di sala 2017'an de weke rêzenivîs di rojnameya E-Rojnameyê de weşandibû û wiha got: "Her kesên ku van rêze nivîsan dixwendin telefonî min kirin û ji min xwestin ku vî karî berdewam bikim. Vê daxwaza min hê bêtir bi ceseret kir. Berê jî kîna min li hember axaftinên zayendperest ên di pirtûkan de hebû. Ji ber vê yekê, fikra afirandina ferhengek ji van nîqaşan bêpar çêbû. Pêvajoya amadekirina vê pirtûkê bi vî awayî çêbû. Ji ber vê yekê komînal û rengê jinê û naveroka felsefeya Mêhrî-Mîtrayî ku pêşengtiya wê jî di nav de bû, ferz bû ku derxim pêş. Ev felsefe, felsefeya Kurdan a pêşî ye. Lê Ewrûpa ev felsefe wek ya xwe nîşan da. Mînak Brîtanya beriya du salan daxuyaniyek dabû û gotibû ku ew yek ji eşîrên Kurdistanê ye û ev yek li ser felsefeya Mîtra ava kiriye. Ji ber ku ji sala 2010’an vir ve li Kurdistanê lêkolînên berfireh kirine. Ev kêmasiyek ji wê yekê ye ku hemû rewşenbîr û îdeologên Kurd beriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gorî mantiq, wêje û felsefeya Ewropayê tevgeriyane."

NÛNERA ÇAR PERÇEYÊN KURDISTAN E

Şen da zanîn ku pirtûk bi tevahî ji hemû zaravayên Kurdî pêk hatiye û xwedî avahiyeke resen e û wiha got: “Hinek ji nivîskar û hevalên me yên rewşenbîr ên ku pirtûk xwendine, rexne kirin ku ji bilî kurmancî zaravayên din ên Kurdî li hev kom bûne. Lê ya girîng ji bo min ev bû ku berhemanîna xebateke bi temamî kurdî bû. Min fikir kir ku ji bilî zimanên tirkî û kurdî, ji bo ku kar bibe xwedî naverokek orîjînal hemû zaravayên kurdî min bi kar anî. Dîsa min alîkarî ji gelek kesên ku di felsefeya Mîtra de baş agahiya wan heye, xwest. Ji zimanê pirtûkê bigire heta redaksiyon û edîtoriya wê, her perçeyek wê kurdî bû. Di vê pirtûkê de çar parçeyên Kurdistanê cih digirin û temsîla wan tê kirin.”

ESTETÎK, ZANISTIYA CIVAKÎ Û ZAYENDA CIVAKBÛNÊ

Şen di derbarê tiştên ku dê xwendevanên pirtûkê bibînin de agahî da û ev tişt parve kir: “Yên ku vê pirtûkê bixwînin dê lêkolînên etîmolojîk ên tund bibînin. Her wiha dê fêrî ziman, felsefeya huner û edebiyatê bibin. Dê di wêjeyê de zayend çawa were destgirtin, nivîskar û ronakbîrên me çi cûre gotarên ku divê bikar bînin an nekin, ew ê xwedî ramanek bin. Di pirtûkê de, di sosyolojiya kurdan de gotin, bûyer û rastiyên ku bandorên erênî yan neyînî li ser civakê dikin, çawa hatine girtin. Di vê pirtûkê de felsefeya estetîkî jî tê vekolandin û di vê pirtûkê de divê Kurd çawa tevbigerin, îlham dide. Bi giştî felsefeya Mêhrî-Mîtrayî ji bo lêkolînên pêşerojê arşîveke baş e û çavkaniyeke baş e.”