HPG: Kontrayê bi navê Mûstafa Erdem hate cezakirin

HPG: Kontrayê bi navê Mûstafa Erdem ku xizmet ji dijminê qirker re dikir, tevlî gelek êrîşên li ser gelê me bû, gelek sûc kir û destê xwe di xwîna gelek hevrêyên me de hebû, hate cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

5'ê Hezîranê saet di 13:30'î de dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê êrîş birin ser hêzên me. Hêzên me jî bi çekên giran bersiv dan.

Herêma Xakurkê;

4'ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker qada Şêxzade bi balafirên şer, helîkopter û çekên giran bombe kir. Piştre jî dagirker li Girê Şêxzade hatin bicihkirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

4 û 5'ê Hezîranê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên berxwedanê yên Girê FM, Girê Amediyê, li rojhilatê Zapê qada berxwedanê ya Sîdayê 72 caran bi obus û tankan hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 4 û 5'ê Hezîranê, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hewl da çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi kepçeyan bişikîne."

FERMANDARÊ TÎMA XENÇER KONTRA MÛSTAFA ERDEM HATE CEZAKIRIN

Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "Kontrayê bi navê Mûstafa Erdem ê sala 1980'î li Şirnexê ji dayik bû, kesekî welê bû ku li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me gelek sûc kir. Vî kontrayî xizmet ji dijminê qirker kir, tevlî gelek êrîşên li ser gelê me bû, sûcên cuda kir, ne tenê li Bakurê Kurdistanê, her wiha tevlî operasyonên dagirkeriyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û destê xwe di xwîna gelek hevrêyên me de hebû. Her wiha serkêşê tîma kontra bû ku xwe weke tîma Xançer bi nav dikirin.

Kontrayê bi navê Mûstafa Erdem dema ku karekî bi vî rengî dikir, 4'ê Hezîranê saet di 21:30'î de li yekîneyeke me rast hat û vê yekîneya me bi înîsiyatîfa xwe ev kontra ceza kir. Yekîneya me bi rengekî serketî vegeriya warê xwe û agahî li ser bûyerê da."