Hozanê Sînemî Îwkî Kor jiyana ji xwe dest da

FEDA têkildarî mirina Hozanê gelê Sînemî Kakî Îw-Îwkî Kor daxuyaniyek da û got: “Her tim li rastiyê geriya û bi saza xwe ve rastî vegot.”

FEDA têkildarî mirina Hozanê gelê Sînemî Kakî Îw-Îwkî Kor daxuyaniyek da û got: “Her tim li rastiyê geriya û bi saza xwe ve rastî vegot. Ji bilî berhemên xwe bi kilam û berhemên ji destanên Kurdan ên weke Xezal, Mamî Alan û Delal, her wiha ji Fuzûlî, Nabî û Pîr Sultan li  Bazarcix û Elbîstanê dan jiyan. Bi vê yekê bû yek ji hozanên herî girîng ên herêmî. ”

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Ji ber pirsgirêka kezebê hozanê gel, lêgerê rastiyê, yek ji fîlozofên me yên çiyayî Îwko (Kakî Îw-Îwkî Kor) li Mereşê jiyana ji xwe dest da. Îwkoyê 1932’yan li gundê Gonîg ê navçeya Bazarcixa Mereşê ji dayik bû, 83 salî bû. Em ji ber windakirina wî gelek dilnexweş in. Em ji hemû malbata wî, Qizilbaş û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”

FEDA da zanîn ku Îwko Kor ji sala 1952 vir ve bi saza xwe û bi ziman û baweriya xwe yên qedexe Kurdî û Elewitiyê ve bû lêgerê rastiyan û got: “Îwkî Kor ku bavê Hozan Hesret e, yek ji kesên ku çanda me ya herêmî di bîra mirov de hişt, û bi deng û saza xwe da jiyan.”

Federasyona Elewiyên Demokratîk got: “Her tim li rastiyê geriya û bi saza xwe ve rastî vegot. Ji bilî berhemên xwe bi kilam û berhemên ji destanên Kurdan ên weke Xezal, Mamî Alan û Delal, her wiha ji Fuzûlî, Nabî û Pîr Sultan li  Bazarcix û Elbîstanê dan jiyan. Bi vê yekê bû yek ji hozanên herî girîng ên herêmî.

Îwko sala 1932’yan li gundê Dî Sarê yê navçeya Bazarcixê ji dayik bûye. Bavê Xelîl Axayê ku rêberê dawî yê eşîreta Sînemiyan bû. Dayika wî Fotkê Baktêş e. Tevî wî du zarokên malbatê hene.

Îwko li navçeya Bazarcix û derdora wê bi stran, klam û saza xwe tê nasîn. Sazê di 20 saliya xwe dide destê xwe.

Îwko van salên dawiyê hate Ewropayê. Li vê derê rewşa gelê me neeciband. Xemgîn bû. Got ku xerîbiyê me ji koka me dûr dixe û got: “Ger wiha biçe wê Ewropa zarokan bikuje û bihelîne.”

Îwko Kor ku zêdetirî 60 salan e xizmeta çanda me dike, ji bo gelê Kurd û Elewiyan windahiyeke mezin e. Em weke Federasyona Elewiyên Demokratîk; em bi rêzdarî beşa xwe li ber Îwkî Kor ku yek ji wan kesên ku nûnerên bawerî, çand, zimanê me ne û lêgerê rastiyan e, bibîr tînin,  em sersaxiyê ji malbat û hemû hezkiriyên wî re dixwazin, em careke din soz didin ku em ê dilsoza bîranîna Îwkî Kor bimînin û di têkoşîna xwe de bidin jiyin.”