Hîndîstanê berê xwe da Marsê
Hîndîstanê berê xwe da Marsê
Hîndîstanê berê xwe da Marsê
Hîndîstan, bi armanca lêkolînkirina atmosfera gerstêrka sor Marsê, îro maşîneke fezayî dişîne.
Hîndîstan weke yekem welatê Başûrê Asyayê, dê li gorî dema Ewropayê saet di 10.08'an de maşîneke fezayî bişîne Marsê.
Keştiya fezayî ya bi navê Mangalyaan wê bi rokêta Srîharîkota ya ji aliyê Hîndîstanê ve hatiye çêkirin were şandin.
Li gorî planê, dê keştiya fezayê Mangalyaan piştî rêwîtiya 300 rojan di Îlona 2014'an de xwe bigihîne rêgeha Marsê.
Çavdêr diyar dikin ku ev yek di pêşbaziya fezayê ya navbera welatên herêmê Çîn, Japonya û Koreya Başûr de weke pêngaveke nû ya Hîndîstanê ye.