Hîlala Zêrîn rengê jinên Mezopotamyayê derdixîne pêş

Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn li ser esasê pêşxistina çanda jinên Mezopotamya û Kurdistanê dixebitin û bi di wê baweriyê de ne, wê jin bibin pêşenga civakên xwe.

Piştî ku şoreşa 19'ê Tîrmehê (Şoreşa Rojava) rû da, xebatên çandê li hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê hatin pêşxistin.  Tevgera Çand û Huner (TEV-ÇAND) li Qamişlo, Kobanê û Efrînê hatin demezrandin. Piştî wê bi îlankirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Desteya Çandê hat avakirin.

Lê ji bo pêşxistina çand û hunera jinê pêwîstî hatin dîtin ku tevgereke xweser were avakirin. Ji ber di dema rêjîma Baas de, her wiha di kiîza ku Sûriyê niha tê de ye, her tim jin dihat hedef girtin û bandoreke mezin li ser çanda wê dikir. Li ser vî esasî tevgera çandê ya Hîlala Zêrîn hat avakirin. Tevgera Hîlala Zêrîn ji bo pêşxistina çanda Kurdan dest bi xebata xwe kir.

Tevgera Hîlala Zêrîn destpêkê li Qamişlo, Kobanê û Efrînê hate birêxistinkirin, lê piştre li seranserî herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê xwe rêxistin kir.

Piştî ku herêma Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat dagirkirin, xelkê Efrînê berê xwe dan Şehbayê. Li wir tevgera Hîlala Zêrîn dîsa ji nû ve xwe rêxistin kir û dest bi xebatan kir

'HÎLALA ZÊRÎN TÊ WATEYA HILBERÎN Û DEWLEMENDIYÊ'

Endama Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê Şêrîn Reşîd  da zanîn ku naveroka Hîlala Zêrîn di esasê xwe de vedigire erdnîgariya Mezopotamyayê ku niha em li ser jiyan dikin û wiha axaftina xwe domand, “Erdnîgariya ku em jê re dibêjin Mezopotamiya ev herêmên ku ji Filistînê bigire heya herêmên kendava Basrayê ye. Weke şeklê hîlal tê çêkirin jê re dibêjin Mezopotamya an jî Hîlala Zêrîn. Ger mirov wê erdnîgariyê şîrove bike û binirxîne wê tevgera Hîlala Zêrîn nas bike. Ji ber ku di vê erdnîgariyê de hemû tiştên civaka destpêkê yên ku bi destê jinê hatine afirandin tê îfadekirin. Ji ber wê dema mirov behsa Hîlala Zêrîn dike, şoreşa çandî û ziman ya ku jin daye destpêkirin tê bîra mirovan. Li gorî wê jî dîrokeke kûr û dirêj a tevgera Hîlala Zêrîn heye.”

'HÎLALA ZÊRÎN JI BO VEGERANDINA ÇANDA JINÊ YA RESEN E'

Di berdewamiyê de Şêrîn Reşîd diyar kir ku armanca sereke ya tevgera Hîlala Zêrîn ji vejandina çanda dayîka xwedewand tê û wiha got; “Ji ber ku di civakên me yên Rojhilata Navîn de her tim jin ji aliyê hêzên hegemon ve weke armanca sereke tê hedefgirtin û ji rastiya wê tê dûrxistin. Pêwîstî hat dîtin ku em ji nû ve wê ruhê birêvebirinê, pêşengiyê û afirîneriyê ya jin pê tên naskirin vegerînin. Her wiha ji bo ku hê zêdetir destdirêjî li çandê neyê kirin û pê neyê lîstin.”

Di dawiyê de Şêrîn Reşîd diyar kir ku di nava tevgera Hîlala Zêrîn de gelek beşên weke govend, stran, şano hene, her wiha ji bo vejandina çanda kevin komeke bi navê Koma Kevneşopî hatiye avakirin û di dema pêş de wê beşa wênesaziyê jî were avakirin.

Dayîka bi navê Nebîhe Mihemed ya 50 salî ku yek ji endamên tevgera Hîala Zêrîn û rêveberiya Koma Şehîd Mizgîn e diyar kir ku ger jinek fikir û felsefeya PKK'ê û ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas neke nikare çanda xwe pêş bixîne û wiha pêde çû; “Me xwest komeke kevneşopî,  stran û klamên kevnar ên Kurdî ji nû bivejîne ava bikin, ji ber wê me navê Şehîd Mizgîn li koma xwe kir. Ji ber kedeke mezin ya şehîd Mizgîn di pêşxistina çanda Kurdî de hebû. Destpêkê em tenê du jin bûn, lê piştre em niha bûne 8 endam. Em giştî jinên temen mezin in, lê li gorî me biryar dayî ku wê ti tişt nekaribe li pêşiya me bibe asteng.”

Her wiha endama Koma Şehîd Avesta ku komeke ya stranê ye û di bin sîwana tevgera Hîlala Zêrîn de dixebite Zîlan Xelîl diyar kir ku piştî koçberkirina wan li Şehbayê ew kom hat avakirin û got, “Koma Şehîd Avesta ji 8 jinan pêk tê. Pêwîstiya me bi vê komê ew bû ku dijmin piştî koçberkirina me xwest bi çanda me bilîze, ji ber wê armanca avakirina vê komê parastina çand û hunera Efrînê ye. Gelek pirsgirêk di nav komê de derdiketin, lê li gorî wê me li lehengiya şehîd Avesta dinêrî, me hêz û moral digirt û li gorê wê me karê xwe berdewam dikir. Em niha jî di her mîhrîcan û çalakiyê de derdikevin û hunera xwe pêşkêş dikin.”

Di dawiyê de jî endama Rêveberiya Koma Şehîd Êva ya Hîlala Zêrîn Zîlan Sîdo jî nêrînên xwe parve kir û ragihand, “Bi avabûna Koma Şehîd Êva 20 jin bûn endam. Lê ji ber pirsgirêkên cuda cuda niha em 16 kes in. Cudatiya koma me ew e ku hem stranan dibêjin hem jî muzîkê ji bo wan stranan dijenin. Her wiha komeke ya tenbûrê heye ku ez wan perwerde dikim.”