Hikûmeta Taylandê wê ji bo reforman komîsyoneke demborî ava bike

Hikûmeta Taylandê wê ji bo reforman komîsyoneke demborî ava bike

Li Taylandê piştî protestoyên mûxalefetê hikûmetê da xuyakirin ku dê komîsyoneke serbixwe were avakirin û reforman binirxîne. Lê belê mûxalefet ji daxuyaniyên serokwezîr Yînglûck Şînawatra qayil nîne.

Li dû protestoyên bi hefteyan dewam kirin, hikûmetê da xuyakirin ku dê komîsyonek ava bibe. Serokwezîra Taylandê Yînglûck Şînawatra di bernameyeke televîzyonê de diyar kir ku ti bandora hikûmetê wê li ser komîsyonê nebe.

Beriya îlankirina damezrandina komîsyona serbixwe Serokwezîrê dabû xuyakirin ku wê di 2'ê Sibatê de hilbijartinên giştî yên pêşwext pêk werin. Partiya mûxalefetê ya bingehîn da xuyakirin ku ewê hilbijartinan boykot bikin.

Mûxalefet, Serokwezîr Yînglûck Şînawatra bi karên nelirê sûcdar dike û weke maşika serokwezîrê berê kekê wê Thaksîn Şînawatra binav dike.

Konsey dê ji 499 kesan pêk were. Endamên konseyê yên ji komeke ji 2 hezar kesan bê hilbijartin, dê guhertinên karibin di sîstema polîtîk a welêt de bên kirin, binirxîne.

Mûxalefet jî di wê baweriyê de ye ku konseyek ji aliyê hikûmetê ve were avakirin, dê nikaribe berevajî hikûmetê tevbigere.