Hikûmeta Atînayê li dijî partiya neo-nazî ewlehiyan zêde dike

Hikûmeta Atînayê li dijî partiya neo-nazî ewlehiyan zêde dike

Hikûmeta Yewnanîstanê li dijî Partiya rastgir a Altin Şafakê biryara ketina tevgerê da. Partiya nijatperest a rastgir ji bi dehan êrişên li dijî penaberan pêk anîne berpirs tê girtin.

Endamên Partiya Altin Şafak (Hrisi Avgi) di meha Îlonê de li Atînayê ciwanekî 34 salî piştî ku bi kêran kuşt şûnde, zextên li dijî hikûmetê zêde bûn. Ji bo protestokirina êrişan û xistina hikûmetê li tevayê welat çalekiyên protestoyê hatin li darxistin.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Antonîs Samaras hefteya borî hişyarî dabû, partiya Altin Şafak weke “Naziyan” nirxandibû û gotibû ku ew rênadin ku tu sûcek bikin. Samaras berdewamiya axaftinên xwe de wiha got: “ Parêzvanên demokrasiyê wê nehêle ku bingehê dewleta me bê rûxandin.”

Serokê Patiya Altin Şafak Nikolaos Michaloliakos sûcên di der barê wan de red kirin û hikûmet bi reşkirina wan gûnehbar kir.

Partiya Neo-nazi di hilbijartina 2012’an de ji sedî 7 deng wergirtibûn, li welat bibo partiya herî mezin a sêyem li Yewnanîstanê deng veda bû. Kampanya patiyê a hilbijartinê pişt dida dijayetiya penaberan. Lê belê partî alîgiriya xwe a bi Nazi yan re red dike.

Di meha Çila de Konseya Ewrûpa a di zivire wê Yewnanîstan derbaz bibê. Li gorî pisporan bi vê bûneyê hikûmet neçare ku tekoşîna li hemberî komên zêde siyasî nîşan bide.