Hijmara nû ya Serxwebûnê derket

Hijmara 465'an a rojnameya Serxwebûnê derket. Di vê hijmarê de piranî nivîsên têkilî pêngava ku KCK'ê daye destpêkirin, hene.

Rojnameya Serxwebûnê bi manşêta, ''Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Bicihanîna Azadiyê ye'' derket. Di vê hijmarê de pêngava ku KCK'ê 12'ê Îlonê dayî destpêkirin bi berfirehî hatiye nirxandin.

Di nivîsa xwe de ya bi navê ,''Pêngava Mezin a Azadiyê bi Pêngava Partîbûnê Wê Biçe Serfiraziyê'' Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan balê dikîşîne ser girîngiya pêşengiya qedroyan. Kalkan dibêje, ''Pêngava qazadiyê pêngava hevpar a helên me ye, çi kesê li dijî faşîzmê û dagirkeriyê pêngava hemûyan e.''

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bi nivîsa bi navê ''Dema Bicihanîna Azadiyê ye'' giringiya vê pêngavê û geşedanên siyasî dinirxîne. Bi çarçoweya Şerê Cîhanê yê Sêyan ê bi navenda Rojhilata Navîn polîtîkayên dagirker ên emperyal ên dewleta Tirk, êrîşên faşîst, bi destê PDK'ê û ENKS'ê geşkirina xeta hevkar a DYE'yê û hewldana tasfiyekirina xeta azadîxwaz û Şoreşa Rojava bi berfirehî tê analîzkirin.

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Dilzar Dîlok bi nivîsa xwe ya bi navê, ''Navê qirkirina Kurdan pergala Imraliyê ye û ev pergal wê pêngava azadiyê were parçekirin'', wê tespîtê dike hegemonyaya cîhanê di şexsê Kurdan de cezayê dide mirovahiya demokratîk a cîhanê.

Her wiha nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku 4'ê Kanûna 1995'an kirî, bi navê ''Azadî, rûdana rêveberiyê ye û azadî bi xwerêveberiyê dest pê dike'' di rojnameyê de heye. Di nivîsê de di civakîbûna Kurd de diyardeya rêveberiyê tê analîzkirin û di geşbûna diyardeya rêveberiyê de ku hê qels e li ser geşb ûna qedrotiyê disekine.

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren jî di nivîsa xwe de li ser rastiya PDK'ê disekine, bi hîmên dîrokî yê îxaneta noker a Kurdistanê dadikeve. Tespît dike ku nûnerê niha yê rastiya dîrokî PDK ye û PDK weke pirsgirêkek netewî pênase dike.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê pêşengiya jinan a di berxwedana Heftanînê de tê nirxandin, tê diyarkirin berxwedana Heftanînê bawerî û maneya xwe ji Pêngava 15'ê Tebaxê distîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Nedîm Seven li ser darbeya 12'ê Îlonê disekine.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk jî dîroka nîjatperest, tûranî û dagirker a dewlta netewî ya Tirk analîz dike.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan hêlên bijarte yên endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî (Filîz Aslan) disekine, ku Leyla Agirî Hezîrana 2020'an şehîd bûbû.

Nivîsa bi Kurmancî ya Mehmet Acara ku ji girtîgeha Rîze Kalkandareyê şandî, nivîsa Mehmet Acar jî ku li ser gerîlaya jina Gamze Erol (Ceylan Bawer) nivîsî, ku Gamze Erol 2016'an li Dersimê şehîd bûbû, di rojnameyê de cih digirin.

http://serxwebun.org/index.php?sys=naverok&id=450

http://serxwebun.org/index.php