Rojnameya Serxwebûnê ku bi hijmara 481'an 41 sal li pey xwe hişt, di meha pêşî ya sala 2022'an de bi manşêta, ''Gelê ku rabûyî ser xwe wê berxwedan û serfiraziyê biafirîne'' derket.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Sibata 1988'an di nirxandina xwe de digot, ''Hê duh girseyan digotin serokê hikûmetê 'em birçî ne'. Û ev her ku diçe zêdetir dibe. Naxwe êdî girse nema bêdeng dimînin, diqîrin. Heke ev geştir bibe, bêguman mirov dikare bibêje rewşa objektîf a raperînê çêdibe.'' Ev tespîta ku beriya bi 35 salan hatî kirin, rewşa niha ya deshilat û dewleta Tirk vedibêje.
Di hijmara Çile de nivîsên li ser rasteqîniya qedroyan a li nav PKK'ê, geşedanên dawî yên siyasî, têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd a li Ewropayê, bîranînên li ser gerîla, nivîsên cuda di rojnameyê de cih digire.
Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû di nivîsa nirxandina siyasî de, li ser êrîşên dawî yên DAÎŞ'ê disekine. Her wiha dibêje li piş êrîşên DAÎŞ'ê kîjan hêz hene, dewleta Tirk çawa dixwaze ji van êrîşan sûd werbigire, di rewşeke wiha de ku DAÎŞ êrîşê tîne ser Hesekê eynî rojê dewleta Tirk jî Şnegalê bombe dike. Karasû her wiha têkilî êrîşên Erdogan ên li ser hêzên demokrasiyê, rewşenbîr, hunermendan jî disekine.
Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe de ya bi sernavê, ''Li Nav PKK'ê Rasteqîniya PKK'ê Mîsogeriya Serkeftinê ye'' diyar dike divê qedro xwedî wan xasetan bin ku rêxistiniya gel bikin, tevbigerînin, moral bidin, têkoşînê geş bikin û got, ''Behsa wan mirovan dikin ku bi hirqeyekê, bi pariyekî dijîn, behsa dervîşan tê kirin. Behsa wê tê kirin ku bi temamî xwe didin cîhaneke manewî. Qedroyên PKK'ê jî wiha ne. Xwe bi temamî dane wê baweriya ku ji bo wê têdikoşin. Ev, yek ji kana sereke ya PKK ye.''
Yek ji damezirandêrê PKK'ê Alî Haydar Kaytan jî di dewreya perwerdehiyê de ya ji bo milîtanên PKK'ê got, ''Divê mirov têgînan di cihê xwe de bi kar bîen. Niha rastiyeke dijmin heye ku em di bin serweriya wê de dijîn. Naskirina rastiya dijmin xwenaskirin e. Heta ku hûn dijmin nasnekin hûn nikarin xwe nas bikin, ev ne pêkan e. Heke hûn bibêjin siyaseta îmha û înkarê û bihêlin an jî maneya têgînê ji bo we ne kûr be, hûn nikarin PKK'ê, xwe nas bikin.''
Pîro Dersim jî li ser polîtîkaya rehînkirina girtiyên Kurd ên bi destê dewleta Tirk, rola zindanê ya li ser şerê taybet a TC'ê, rêbazên ku têne bikaranîn, tecrîd, rehebilîtasyon, sirgûn, sewk, ferzkirina mikurhatinê, bêalîkirinê, sîxûrkirinê, tedawînekirina girtiyên nexweş, berdana wan disekine.
Zelal Amed jî di sernivîsa xwe de ya bi navê, ''Têkoşîna rêxistiniya me ya li Ewropayê, li dijî modernîteya kapîtalîst bersiva azadiyê ye'', dibêje, gelê Kurd ê ku ji xaka xwe hatiye qutkirin, li kûderê dibe bila bibe, biçe kû bila kû, divê felsefeya Rêber Apo bi hîs, ramanê were jiyîn. Zelal Amed got, ''Gelê Kurd li kû dibe bila bibe hîn kiriye ku em Kurdistanê ava bikin.''
Koordînasyona Komalên Ciwan jî di nivîsa xwe de dibêje, ''Ciwanê Kurd ên ku ketine tora sîxûr a TC'ê, 90 ji 100'ê wan kirine sîxûr. Li wargeheke dewletê li ser tecawiza li 7 zarokan waliyê dewleta qirker got, ''li şûna ku keviran bavêjin bila fihûşê bikin'', karekterê hêwilnak ê rejîma şerê taybet a TC'ê nîşan dide.''
Nivîsa bîranînê ya Fermandarê fedayî Cumalî Çorum jî di hijmara Çile ya Serxwebûnê de cih digire.