Hîdayet: Divê Kurd hemû li dijî dagirkeriyê rahêje çekê û li ber xwe bide

Nivîskarê Kerkûkî Ferman Hîdayet diyar kir ku dijminatiya dewleta Tirk ji mêj ve ye û destnîşan kir ku her ferdekî Kurd divê li dijî dagirkeriyê rahêje çekê û têbikoşe.

Kampanyaya komkirina îmzeyan ya ji bo derxistina PKK’ê ji ’îsteya rêxistinên terorê’ li Kurdistanê û welatên cîhanê didome. Li ser banga Însiyatîfa ‘Ji Kurdan re Edalet’ ya navnetewî ku 1003 kesayetiyên navdar ên ji 30 welatên cîhanê di Kanûna 2021’an de kampanyaya “Pêwîste PKK ji lîsteya terorê bê derxistin” ragihandin. Ev kampanya didome û hemû Kurdên her çar beşên Kurdistanê piştevaniya xwe ya ji bo vê kampanyayê ragihandin.

Nivîskarê navdar ê bajarê Kerkûkê Ferman Hîdayet têkildarê vê mijarê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêma Başûrê Kurdistanê û erkê Kurdan a di rewşa heyî de ji ANF’ê re axivî. Hîdayet di destpêkê de piştevaniya xwe ya ji bo kampanyayê ragihand.

‘PÊWÎSTE KURD HEMÛ LI HEMBERÎ DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ RAHÊJE ÇEKÊ'

Nivîskar Ferman Hîdayet bal kişande ser kampanyayê û dîroka dijbertiya dewleta Tirk a dagirker ya li hemberî Kurdan û got; “Ez wek nivîskarekê sipasiya kampanyaya ‘Ji Kurdan re Edalet’ dikim, tevî ku nêrîna min ya ji bo hemû partiyên li her çar beşên Kurdistanê heye, lê ez ti kes û aliyekê yê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê terorîst pênase nakim û pêwîste hemû ferdekê Kurd li dijî dewleta Tirk a dagirker çek hilgirin û bixebitin. Ji ber ku dewleta Tirk bi dirêjahiya dîrokê dijminatiya gelê Kurd kiriye û piraniya pêşengên îsyanên Kurdan li sêdare dane û tunekirine.”

‘TIRKIYÊ PIRANIYA PÊŞENGÊN ÎSYANÊN KURDÎ LI SÊDARE DAYE’

Hîdayet her wiha îşaret bi sêdaredana pêşengên îsyanên Kurdan a ji aliyê dewleta Tirk a dagirker kir û wiha dirêjî da axaftinên xwe; “Sûcên dewleta Tirk a dagirker xwedî dîrokeke pir kevn e û heta ji beriya komkujiya li ser Ermeniyan dewleta Tirk Kurd ji komkujiyê re derbas kiriye û xaka Kurdan dagir kiriye. Ji Paşayê Mezin ve bigire heta bi Şêx Seîdê Pîran, Seyît Rizayê Dêrsimê, kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî û çend îsyan û pêşengên îsyanên Kurdan, Tirkiyê bi rêya rijandina xwîn nêzîkê wan bûye.”

‘DEWLETA TIRK HÊLÎNA PERWERDEKIRINA TERORÎSTAN E’

Nivîskarê Kerkûkî Ferman Hîdayet têkildarê rola dewleta Tirk a dagirker ya di perwerdekirina komên çete yên navçeyê de ev nirxandin kir; “Dewleta Tirk bi xwe li herêmê serkêşiya terorê dike û em hemû dizanin ku dewleta Tirk a dagirker hêlîna perwerdekirina terorîstên wek El Qaîde û DAÎŞ’ê ya li herêmê bûye. Pêwîste wek dewleteke terorîst nêzîkatî bi dewleta Tirkiyê re bê kirin.”

‘ÇIQASÊ ZILMA DIJMIN ZÊDE BIBE BERXWEDANIYA KURD JÎ BIHÊZTIR DIBE’

Di dawiyê de Hîdayet daxwaz kir ku navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin û piştevaniya xwe ya ji bo kampanyaya ‘Ji Kurdan re Edalet’ ragihand û got; “Partiya Karkerên Kurdistanê li dijî çewisandinê li dijî dewleta Tirk a dagirker têkoşîn dike û pêwîste navê PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin. Her wiha pêwîste Neteweyên Yekbûyî û welatên cîhanê vê rastiyê bizanin ku Kurd neteweyekî aştîxwaz e û dijminên wê rê nadin ku bi aşitî bijî. Gelê Kurd gelekê qehreman û aştîxwaze û neçar kirine ku çek hilgire. Gelê Kurd ti carî serê xwe li hemberî dijmin netewandiye û çiqasê zilma dijminên Kurd zêdetir bibe, berxwedana gelê Kurd jî bihêztir dibe.”