'Hêza' li Bukreşê xelat wergirt

Di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya 'Film in Focus' de ku li paytexta Romanya Bukreşê hate lidarxistin, belgesela Hêza hêjayî xelata belgesela herî baş hate dîtin.

Belgesela destpêkê ya derhêner Derya Denîz 'Hêza' li 4'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya 'Film in Focus' hêjayî xelatê hate dîtin.

Beriya niha li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Boden a Swêdê xelata belgesela herî baş, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Drûkê ku li Bhûtan a li Başûrê Asyayê hate lidarxistin xelata serketinê, li Festîvala Xelatên Fîlman a Jinê ya Serbixwe ya Los Angelesê jî xelata belgesela herî baş ji fîlmê 'Hêza' re h atibûn dayin.

Bi xelata li Festîvala 'Film in Focus' re 'Hêza' bû xelata 4'emîn a belgesela herî baş werdigire.

'Hêza' qala çîroka jiyana jineke Êzidî dike ku dema DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kir dîl hate girtin, piştî salekê bi alîkariya malbateke Kurd reviya û li Reqayê fermandarî ji yekîneya jinê re kir ku li dijî DAÎŞ'ê şer kir.

Derhêner Derya Denîz anî ziman ku ew van xelatan hemûyan diyarî gelê Kurd, Êzidiyan û bi taybetî jî jinên Şengalê dike ku di rojên zor û zehmet de her tim li ber xwe didin.

Belgesela Hêza wê mehên Tîrmeh û Tebaxê jî li Îtalya, Portekîz, Elmanya, Îsraîl, DYE û Îngilistanê li festîvalên navneteweyî bê nîşandan.