Heyfa Heyder Hesen bal kişand ser romana xwe ya bi navê "Guline Ji Çiyayê Araratê" ku ev roman weke dîrokek nayê jibîrkirin bi nav kir.
Her wiha romanivîs û nivîskara pispor di warê romanê û kurteçîrokan de dibêje ku romana wê li ser çîroka herdu gerîlayên şehîd Kawa û Mihemed e ku her du jî birayên wê ne.
Her wiha nivîskar Heyfa destnîşan kir ku wê xwest wêneyên wan ji romana xwe re bike berg, ji ber ku ew mînakek zindî ne ku jiyanek sade û xwerû ya li çiyê temsil dikin, her wiha mebesta wê ew bû ku jiyana gerîlayên qehreman bi hemî taybetmendiyên wê bide zelalkirin.
-Te romanek bi navê "Guline ji Çiyayê Araratê" nîvisandiye, gelo romana te li ser çi ye û qala çi dike?
Gelek çîrok û serpêhatî di jiyana me de derbas dibin, êdî dema em van çîrokan bidin ser hev, wê demê wê romanên giranbuha durist bibin ku jan, azarî û serpêhatiyên bi me re derbas bûne vedibêje. Her wiha ew êş û azariyên miletekî jî tîne ziman. Ji ber vê yekê armanca min ji nivîsandina vê romanê ev bû ku were belgekirin û bibe dîrokek ku neyê jibîrkirin.
-Berî tu dest bi nivîsandina vê romanê bikî te du roman weşandibû, yek jê bi navê "Li Wê Derê.. Em li Benda Şiveqê Bûn" û ya din jî bi navê "Me Bi Hev re Ax Hembêz Kir", gelo ev herdu roman jî li ser jiyana herdu şehîdên gerîla Kawa û Mihemed bûn, an jî li ser gerîlayine din bûn û ramana van herdu berheman li ser çi bû?
Ne hêsan e ku mirov dîroka du şervanan bi hin xêzan sînordar bike yan jî jiyana wan û fedakirinên wan di pirtûkekê de binivîse. Ji ber vê yekê min aliyek ji jiyana van qehremanan nivîsand, ew leheng û qehremanên ku heya dawiyê bi lehengî şerê terora DAIŞ’ê kirin, êdî min xwest ez berxwedaniya wan bînim ziman ku çawa xwe kirin qurban û cangorî ji bo rizgarkirina welatê xwe.
Romana yekem ya bi navê "Li Wê Derê.. Em li Benda Şiveqê Bûn"; ev roman behsa şervanekê dike ku di kêliyekê de çavên xwe vedike û hişyar dibe ku xwe li rex rêhevalê xwe li nexweşxaneyê dibîne. Êdî demên berê bi bîr tîne û rewşa malbata xwe ya civakî ji destpêka tevlîbûna birayê wê nava refên gerîla û heya tevlîbûna wî nava şoreşa Rojava û heya ku çawa li dijî hêzên terorîst şehîd dibe tîne ziman. Êdî piştre ew soz dide ku ew ê tola birayê xwe hilîne û bi vî awayî tevlî refên Yekîniyên Parastina Jin li Efrînê dibe. Her wiha bi vî awayî bûyer diqewimin û rêz dibin, piştre bûyera sereke diqewime; dema ku dewleta Tirk êrîşî Efrîna rengîn û gundewarên wê dike û sivîlan bombaran dike, êdî ew bi hevalên xwe re berê xwe didin qada şer bo belgekirina bûyerên qada leşkerî û di rê de balefira dewleta Tirk li wesayîta wan dide û ew û hevrêyekî xwe birîndar dibin.
Di romana duyem de ya bi navê "Me bi hev re ax hembêz kir", ez behsa jiyana du şervanên Kurd dikim ku çawa li dijî terora DAIŞ’ê heya dawiyê şer kirin û şehîd dibin û piştre tê naskirin ku herdu birayên hev bûn, zewaca wan herduyan di rojekê de bû. Her wiha şehîdbûna wan jî di rojekê de şehîd dibin. Tu kesî nizanîbû ku herdu birayên hev in, tenê piştî ku di pêngava rizgarkirina Reqayê şehîd dibin, êdî tê naskirin ku herdu birayên hev bûn. Ji vê yekê tê naskirin ku rêça şoreşê bi parçeyek erdnîgarî weke çiya û zinaran ve ne sînordar û girêdayî ye, lê belê şoreş hemî sînoran derbas dike ev yek jî li gor felsefeya ku şax û şitlên xwe li xaka Rojava çandiye û mezin bûye.
-Gelek nîqaş li ser têkiliya gelê Kurd ya xurt bi çiya re têne kirin, gelo romana te ya bi navê "Guline ji Çiayayê Araratê" li ser vê nîqaşê çi digre dest û mebesta te jê çi bû?
Dema ku dijmin me dorpêç dike û me ji xwe re dike hedef yekser em berê xwe didine çiyayan, ji ber ku çiya hêz û piştevana me ye, her wiha me ji gefên dijmin diparêze û tu carî dev ji me bernade. Ji ber vê yekê min li ser jiyana du gerîlayên qehreman nivîsand ên ku berxwedaniyek bêhempa li dijî êrîşên faşîzmaya Tirkiyeyê kirin. Ji bo rizgarkirina gel û welatê xwe, xwe feda kirin.
Ew nîqaşa ku romana min behsê dike hê jî bi dawî nebûye û heya ku desthilatdarî û zilim hebe bi dawî nabe. Wekî tê gotin tu heval ji bilî çiyayan ji me re tune ye.
Di romana xwe de te behsa jiyana du qehremanên Gerîla, Kawa û Mihemed kir û têkoşîn û berxwedana wan a li hemberî dewleta Tirk a dijmin, ji awayê vegotina te ji vê romanê re, herî kêm em dikarin wekî qehremantî, an jî wekî sûfîzma ji bo azadiyê bi nav bikin. Êdî Kawa û Mihemed kî ne û gelo ew weke mînak in ku jiyana gerîla bi me didin naskirin?
Kawa û Mihemed herdu birayên min in, ên ku berê xwe didine çiya ji bo azadî û rizgarkirina xaka welatê bindest û her wiha xwe dikine qurban û cangorî ji welat re.
Her wiha min xwest ku wêneyên wan bikim berg ji romana xwe re, ji ber ku ew mînakên zindî ne ku li çiyê jiyanek sade û xwerû temsîl dikin. Her wiha mebesta min ev bû ku jiyana gerîla bi hemî taybetmendiyên wê bînim ziman, ku çawa berxwedaniyek bêhempa li dijî dijminê zordar dikin û xwe ji bo gel û welatê xwe feda dikin.
-Bi rêya vê romanê te xwest çi peyamê bigihîne Gelê Kurd ?
Berî her tiştî min xwest ku qehremantiya şervanan zindî bikim, ku çawa tevî zor û zehmetiyan berxwedaniya wan ji bo doza welat berdewam kir û vîna wan qet û qet neşikest. Jixwe lehengên ku di romana min de derbas bûne, hemî kesayetên rasteqînî ne, ji ber vê yekê min belgekirina berxwedaniya wan wekî erkekî giranbuha li ser milê xwe ve dît.
-Gelo giringiya belavkirina van pirtûk û berheman çi ye û heya çi astê arşîvkirina qehremantiya gerîla giring e û gelo ev yek wekî erkekî welatparêzî ye an jî rola her rewşenbîrekî ye ku qewimandinên li çiyê û berxwedaniya bêhemp li dijî dijminê xwînkar bîne ziman?
Rola wêjevanên Kurd ew e ku lehegtî û qehremaniyên şoreşê zindî bike û neyên jibîrkirin. Wekî tê naskirin her şervanek bi tivingê li ber xwe dide û gelê xwe diparêze û her wêjevanek bi pênûsê berxwedaniyê dike ku her tim hewil dide bûyerên rasteqînî bi nivisandinê zindî bike, ew e yê ku dîroka gelê xwe ji windabûyînê diparêze û vê dîrokê ji nifşên bê re zindî dike. Jixwe gelê Kurd jiyanek tijî serpêhatî jiya û gelek serhildan li dar xist, da ku dîrok li ser berxwedaniya wan ya bêhempa re bibe şahid.
-Tu rola jina Kurd di warê nivîsandinê de çawa dinirxînî ?
Jinê jî weke mêr gelek berhemên wêjeyî yên ku bi giştî xizmeta pirsgirêkên civakî û bi taybet xizmeta doza şoreşgeriyê diki, afirandiye. Bi vê yekê jinê hebûna xwe û hêza xweyî nivîsandinê, derbirînê û afrîneriyê ji civakê re ispat kir.