Folklor ne tenê reqs, çand, dîrok, çîrok û efsaneya gelan e. Komuna folklorê ya ku di sala 2015'an de li Rojava hat avakirin, ji bo parastina çand û hunera gelan girîngiyê dide perwerdehiyê.
Tevî ku beriya sala 2011'an ji ber zextên hikûmeta Şamê folklor nehat organîzekirin jî, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi derfetên xwe folklora Kurdî pêş xistin. Çanda folklorî ya Kurdî ku carna di şahiyên veşartî û carna jî di nava malbatê de dihat pêşandan, dema ku bi awayekî eşkere di şahiyek de dihat pêşkêşkirin rastî zextên dewleta Şamê dihatin.
Bi Şoreşa Rojava re gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Ermen û Tirkmen çanda xwe bê xem û bê tirs jiyan. Bi şoreşê re xebatên çandî û hunerî li her derî belav bû û derket pêş.
PÊŞÎ PERWERDE
Komuna folklorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya ku bê avakirin, bi komek biçûk bi awayekî xwezayî û dildarî xebatên xwe dimeşand. Di sala 2015’an de bi awayek fermî hate avakirin û ji Dêrikê heta Şehba, ji Reqa heta Dêra Zorê komînên folklorê hatin oganîzekirin.
Komun di serî de girîngiyê dide xebatên perwerdehiyê. Di komuna folklorê de ku li hemû bajaran herî kêm du mamoste -li gorî hewcedariyê zêde û kêm dibin- hene. Her wiha endamên folklorê yên komunê niha di asta dayîna perwerdeyan de ne.
Ji ber şer cara ewil di sala 2015’an de dewreya perwerdeya folklorê dest pê kir. Bi perwerdeyên ku heta sala 2018’an li Akademiya Şehîd Yekta Herekol hatin pêk anîn, bi giştî 9 dewreyên perwerdeyê hatin vekirin û di heman salê de weke Komuna Roj a Folklorê hate organîzekirin. Ev komuna ku perwerdehiya folklorê lê tê organîzekirin, ji sala 2018’an ve wekî Komuna Roj a Folklorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê naskirin. Di salên rêxistinî yên ewil ên komunê de tenê perwerdeya folklora Kurdî dihat dayîn piştre perwerdeya folklora Erebî jî lê tê zêde kirin.
20 KOMUNÊN FOLKLORÊ HATIN RÊXISTINKIRIN
Li Şehba, Heleb, Kobanê, Minbic, Tebqa, Reqa, Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Amûdê, Girbawî, Qamişlo, Tirbespiyê, Maşok, Rimelan, Koçerat, Dêrîk, Til Koçer, Til Berak, Til Hemîs 20 komînên folklorê hene. Li komunan temen ji 4 astên 8-14, 15-20, 20-25 û ji 25 salî mezintir pêk tê.
Her komunek herî kêm ji 10 kesan pêk tê. Ji sala 2015’an û vir ve komun, li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê festîval lidar xistin. Festîvala dawî di sala 2021’an de bi navê Festîvala Şehîd Bawer Ronahî hate lidarxistin. Her neteweyek li gorî taybetmendiyên xwe yên çandî û herêmî beşdarî festîvalan dibe.
GEL ÇANDA XWE DIPARÊZE
Niha tenê komînên Kurd û Ereb li komînan çalak in. Gelên Suryan, Çerkez û Tirkmen di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xwe li gorî kevneşopî û edetên xwe birêxistin dikin.
Komuna Folklorê bi cilûbergan re bi taybet eleqedar dibe. Li ser çandên folklorî yên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava lêkolîn tên kirin û li gorî folklora ku tê pêşandan cil û berg tên hilbijartin. Berê jî li gorî nimûneyên cil û bergên ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatibûn xwestin jî, li gorî derfetên xwe didirûtin.
WÊ PROJEYÊN WAN DEWAM BIKIN
Projeya yekem bi folkloreke Rêber Abdullah Ocalan vedibêje dikeve rojevê û piştre du projeyên din derketin. Di sala 2017’an de biryar hatibû dayîn ku folkloreke ku Netewa Demokratîk ya gelên Ereb, Kurd û Suryanî were nîşandan, lê piştî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê di sala 2018’an de ev proje hate rawestandin. Di sala 2019’an de li ser dagirkirina Serêkaniyê folklorek hate pêşandan. Komunê folklorê ji bilî reqsê, armanc dike ku civakê zane bike, peyamê bide civakê û bûyerên dîrokî ji civakê re ragihîne.
Endamên komunê bi nîşandana çanda folklorî ya çar parçeyên Kurdistanê, folklora Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat dilîzin.
FOLKLOR YEKÎTIYA GIYAN E
Berpirsê Komuna Folklorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Hemê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku folklor yekîtiyê diafirîne û wiha got: “Dema ku hûn destên xwe bidin hev, hûn êdî ne yek kes in, hûn dibin civak. Folklor yekîtiya giyan e. Ew refleksa 10 kesan weke yek kesî ye. Ji tevahî rengan, avabûna rengekî nîşan dide û parastina kevneşopî û edetan e.”
Îbrahîm Hemê bal kişand ser aliyên ku divê di komuna folklorê de bên temamkirin û got ku hêj gelek rê li pêşiya me ye. Hemê got, “Ji bo em li ser çanda folklorê ya her çar perçeyên Kurdistanê serwer bibin divê em lêkolînan bikin. Wekî din, tabloya heyî dibe ku pêşveçûnê sînordar bike. Tenê naskirina çanda folklorî ya Bakur an jî Rojava têrê nake. Folklor nêzîkatiyeke giştî dixwaze. Heya ku em bi giştî nêzîk bibin, em dikarin projeyên bi bandortir bidomînin.”
DIVÊ BI FOLKLORÊ, ŞOREŞ BÊ VEGOTIN
Hemê anî ziman ku folklor ne tenê reqsek ji rêzê ye û wiha got: “Her komîneke folklorîk xwedî wateyek e, dîrokek vedibêje û xwedî bîranîn e. Bi folklorê mirov dikare ji gel re behsa çanda xwe an jî şoreşekê bike.”