Helbestvan û hezkiriyên helbesta Kurdî li hev civiyan

Helbestvan û hezkiriyên Helbesta Kurdî li Stockholmê li hev civiyan û berhemên xwe parve kirin.

Helbestvan û hezkiriyên helbesta Kurdî yên bi zaravayên cuda, li salona ABF a taxa Vorby Gard a li paytexta Swêd Stockholmê li hev civiyan. Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê pêşengî ji vê kombûnê re kir.

Di kombûnê de piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê Kamran Simo Hedilî axivî û spasiya beşdaran kir.

Kamran Simo Hedilî got, "Em her sal vê çalakiyê dikin. Armanca me ji vê kombûnê ew e ku helbestvan, wêjehez û hezkiriyên helbestên bi zimanê me li hev bicivin û li helbestên ji zaravayên cuda guhdarî bikin."

Kamran Simo Hedilî diyar kir ku bi çalakî û aktîvîteyên wiha ew dixwazin dewlemendiya çanda zimanê xwe yê wêjeyê bi hev bidin naskirin.

Piştî axaftinê, helbestvanan berhemên xwe xwendin, bi hev re parve kirin.