Hejmara penaberan gihaşt asta rekorê

Hejmara penaberan gihaşt asta rekorê

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku hejmara penaberan a ji ber pevçûnan, li gelemperiya cîhanê gihaştiye asta rekorê ya 19 salên dawî.

Li gorî rapora ji aliyê Komîseriyê ve hat weşandin, penaber ji ber şer, birçîbûn û pevçûnên navxweyî welatên xwe diterikînin û hejmara penaberên niha li cîhanê hene, ji hejmara sala 1994'an zêdetir e.

Di raporê de hat ragihandin ku beşeke zêde ya penaberan li welatên Rojhilata Navîn û Efganîstanê ne. Saziya mijara gotinê di heman demê de balê dikşîne ser hejmara zêde ya penaberan a li Awûstûralya û Endonezyayê.

Di rapora komîseriyê de hat diyarkirin ku ji welatên Efrîkayê yên mîna Etiyopya û Erîtreyê, penaber di berdêla bi hezaran dolarî de dikevin nava feqa bazirganên mirovan.

Li gorî raporê ji sala 2008'an û vir ve 10.4 mîlyon jê penaber 26 mîlyon kes ji Komîseriya Bilind a Penaberan alîkariyê distînin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 6.6 mîlyon kes di statuya bêwelat de ne û hat destnîşankirin ku li welatên Ewropayê jî 1.5 mîlyon penaber dijîn.