BI DÎMEN

Hejmara nû ya Kovara Stêrka Ciwan derket

Hejmara vê mehê ya Kovara Stêrka Ciwan bi şîara “Rihê 14’ê Tîrmehê Misogeriya Serkeftinê ye” derket.

Kovara Stêrka Ciwan bi hejmara xwe ya 254’an perspektîfên nû pêşkêşî ciwanan dike. Di hejmara vê mehê de berhevkirinên ji pirtûka “Çawa Bijîn” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih digirin. 

Di kovarê de perspektifên têkîldarî ciwan û jinên ciwan ên ji aliyê koordînasyonên rêxistinên Ciwanên Ewropayê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ve hatiye amadekirin, cih digirin.

Di kovarê de nirxandinên Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ên li ser “Pîvanên Milîtanên Apoyî yên bi Rojiya Mirinê ya Mezin' a 14'ê Tîrmehê ve derketiye holê û mîrateya ku Stêrka Sor a Ciwantiyê Alî Çîçek ji ciwanan re hiştiye” cih digirin.

Di beşa bîranînê ya kovarê de nivîsa ku ji aliyê hevrêyê yek ji fermandarên efsanewî yên ciwanan şehîd Baran Mawa ve hatiye nivîsandin cih digire. Di nivîsê de tê destnîşankirin ku şehîd Baran Mawa di têkoşîna azadiyê de ji bo ciwanan bûye çavkaniya îlhamê û ruhê wî yê şoreşgerî û tevkariyên wî yên ji bo ciwanan ji bo ciwanên Kurdistanê mîrateyeke girîng e.