Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket

Hejmara 4’emîn a Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz (Yurtsever Genç Kadin) ku li ser înternetê tê weşandin derket.

Hejmara kovarê ya Tîrmeh-Tebaxê bi dirûşmeya “Em bi pêşengiya jinên ciwan re ruhê berxwedanê bi serketinê tacîdar bikin” derket.

Di hejmara nû de nivîsên weke perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, perspektîfên jinên ciwan, berxwedana 14’ê Tîrmehê, portreya şehîd Amara Gabar, ji pênûsa gerîla, yekemîn şehîda jin a têkoşîna azadiyê Besê Anuş û parastina rewa cih digre. Her wiha di hejmara nû ya kovarê de rûpeleke çand-hunerê û goşeyek mîzahiyê cih digirin.

Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz ku xwe weke “kovareke bîrdozî-çandî” dide nasîn, her du mehan carekê derdikeve.

Hejmara nû ya kovarê li ser vê lînka jêrîn dikare were dîtin: