Hejmara Mijdarê ya Stêrka Ciwan hat weşandin

Kovara ciwanan Stêrka Ciwan bi manşeta “Bi têkoşîna Sara û Rûkenan, em ê teqez bi ser bikevin” hejmara xwe ya nû derxist.

Kovara Stêrka Ciwan a ku hejmara wê ya meha Mijdarê derket, bi boneya salvegera avabûna PKK’ê, 27’ê Mijdarê 1978’an ji xwe re kiriye rojev. Kovara Stêrka Ciwan, yek ji weşanên herî demdirêj ên ciwanên Kurd ên li Ewropayê ye; di hejmara 234’an de cih nivîsên Kurdî, Tirkî, Elmanî û Îngilizî hatine weşandin.

Di vê hejmara kovarê de, nivîsa Kurdî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi sernavê “PKK’yîbûyîn, bi welatparêziyê dest pê dike” li pêş e. Di kovarê de têkildarê erk û berpirsyariya ciwanan perspektîf hene û ji pênûsa Zagros Med bîranînek ji bo Şehîd Çekdar Canfeda Med ku di nava Tevgera Ciwanên Kurdistanê de keda wî gelek e, hatiye nivîsîn.

Nivîskar Fûat Kav, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Dîroka me” de, tespît dike ku PKK’ê gelê Kurd ji nû ve ava kiriye. Nivîsa Selahattîn Erdem a bi sernavê “Şert û mercên şoreşgeriyê û welatparêziyê”, ji pirsa mirov çawa dibe partiyî re dibe bersiv.

Di rûpelê pêşîn ê Stêrka Ciwan de, wêneyên Sara Goyî û Rûken Zelal ku li Mêrsînê çalakiya fedayî kirin û yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene.

Di hejmara kovarê de ku rojeva wê avabûna PKK’ê ye de, ji xeynê nivîsên îdeolojîk, gelek mijarên çand, hunerî û dîrokî yên balkêş jî hene.

Mirov dikare bi vê lînkê xwe bigihîne kovarê:

Spotify:

https://open.spotify.com/show/0JZErTQOyhzbJMAR1bfgxv

Youtube:

https://www.youtube.com/channel/UCpHAMQ7wZEN9vJmjbUBsgyQ

Apple Podcasts:

https://podcasts.apple.com/de/podcast/st%C3%AArka-ciwan/id1479212130

Stêrka Ciwan | Podcast on Spotify

https://open.spotify.com

Stêrka Ciwan

https://www.youtube.com