Hejmara 25’emîn a Kovara Xwebûnê derket

Hejmara 25’emîn a Kovara Xwebûnê ya jinên ciwan ên Kurd ên li Ewropayê, bi sernavê “Parastina axa xwe, parastina hebûna xwe ye” derket.

Di hejmara 25’emîn a Kovara Xwebûnê de ku ji sê mehan carekê derdikeve, nivîsên bi Kurdî, Tirkî, Elmanî û Îngilîzî hene.

Di hejmara nû de bala mirov bi taybetî diçe ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nivîsên jinên ciwan û yên di warê Akademiya Zanyariyên Civakî û Jineolojiyê de.

Desteya Kovara Xwebûnê, li ser hejmara nû ev daxuyanî da:

“Hevalên ezîz! Em jinên ciwan, li dijî pergala kapîtalîst, di avakirina jiyaneke exlaqî û polîtîk û birêxistinkirinê bi rolekê giring radibin. Destpêka avakirina jiyaneke exlaqî û polîtîk ew e ku mirov têkiliya xwe ji her tiştê mirov bi pergalê ve girê dide, qut bike, bi rolekê pêşeng û organîzasyoneke rikeberîxwaz, xwe biparêze. Famkirina ji rastiyê û watedarkirina wê, ji bo zanîna bi ya rast û avakirina jiyaneke rast giring e. Li ser vî asasî, di vê hejmara nû ya Xwebûnê de em li ser vê mijarê sekinîn. Em jin çima divê li ax û welatê xwe bibin xwedî? Rolê me yê di avabûna civaka exlaqî û polîtîk de çi ye? Jiyaneke ekolojîk û parastina xwezayê, çima giring in? Bersivên van pirsên we di hejmara nû ya kovara me de ne.”

Bi rêya Spotifyê mirov dikare versiyona bi deng a kovara Xwebûnê bi dest bixe:

https://open.spotify.com/show/4MAkjW2oeBRtIKIWj4Uo6S