Hefteya Çanda Kurd a 3'yemîn li Parîsê bi konsereke bi coş bi dawî bû

Li paytexta Fransa parîsê, piştî hefteyeke têr û tijî ya ji çand û hunera Kurd, konsereke bi coş hate lidarxistin.

Bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) û Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê Hefteya Çanda Kurd a 3'yemîn di 25'ê Gulanê destpê kir û bi konsereke bi heybet bi dawî bû.

Konsera fînalê li Salona Cirque d'Hiver a li Parîsê pêk hat û bi dorê Deza Amed, hunermenda ji Başûrê Kurdistanê Chopy û Koma Amed ku piştî 27 salan konsera xwe da, derketin ser dikê.

Konser bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.

Konsera fînalê bi coş derbas bû.

Festîvala ku li dijî qirkirina çandî û asîmîlasyonê hate lidarxistin, li herêma île-de-France ya Parîsê û gelek bajarên cuda pêk hat. Di nava hefteyekê de ji çanda Kurd gelek mînak hatin nîşandan.