HDP’ê Vedat Turkali bibîr anî

HPD ê nivîskar Vedat Turkali di salvegera wefata wî de bibîr anî got: “Ji bo jiyanîkirina biranînên wî, veguhestana nifşên nû erkeke.”

Berdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehî, Spor, Çand û Hunerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sevtap Akdog Karahali Vedat Turkali di salvegera wefata wî de bibîr anî.

Karahanli ji bo Turkalî got: “Nivîskarê mezin ê jiyana xwe ji bo aştî doza demokrasî û azadiyê dayî.”

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Turkali hema bêje hemû berdêlên ku nivîskar û hunermendan li Tirkiyeyê dayî kişandiye, ji ber ramanên xwe bi salan li girtîgehê meya, kesekî rêzdar e.

Turkalî di her pêvajoyê de weke rewşenbîrekê destê xwe xistiye bin kevir, li ser rêyeke ji TKP bigire heta DEHAP’ê û ji wir jî heta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê dudilî meşiyaye. Turkalî yê bi duristî û gotinên xwe tê nasîn, di rojên xwe yên dawî de jî di her bername û her demê azadiya gelê Kurd û ramana sosyalîst bê alî parastiye.

Turkalî wê her demê cihê wî yê xweser û rêzdarî li nava HDP’ê bimîne. Her HDP’î rêz ji ked û hewldana wî re digire. Ji bo HDP’ê jiyanîkirina biranînên wî, veguhestana nifşên nû erkeke.”