HDP'ê helbestvan Cegerxwîn bi rêzdarî bi bîr anî

"Cegerxwîn, bi helbestên xwe, bi xebatên xwe yên rewşenbîriyê, li dijî siyaseta çandkujî û zimankujiyê û polîtîkayên bişaftinê li ber xwe da. Em di şexsê wî de hemû xebatkar û kedkarên ziman û çanda Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin."

Hevberdevkên Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê, Werzîş, Çand û Hunerê Sevtap Akdag Karahali û Ender Ondeş ji ber salvegera 36'an a koça dawî ya helbestvanê Kurd Cegerxwîn peyamek weşandin.

Peyama HDP'ê wiha ye:

"Hostayê mezin ê helbesta Kurdî, rewşenbîrê hêja yê serê sedsalê, kedkarê ziman, çand û edebiyata Kurdî, nivîskar û şair Cegerxwîn 36 sal berê ji nav me bar kir û koçî bêdawiyê kir. Cegerxwîn hem di emrê xwe de hem jî piştî koça xwe ya dawî, di dilê gelê Kurd de şexsiyetekî giranbuha bû. Em di salvegera 36’emîn ya koça wî ya dawî de şairê mezin, yek ji nûnerê helbesta modern a Kurdî Cegerxwîn bi rêzdarî, bi rehmet û bi minet bi bîr tînin. 

Serboriya jiyana Cegerxwîn, wekî serboriya gelê Kurd û neynika zext û zor, pirsgirêkên civakî û sirgûniyê ya gelê Kurd bû. Serboriya jiyana wî ya ji Mêrdînê heta Stockholmê, ji Bexdayê heta Libnanê, ji Rojava heta Başûr, bandora xwe li ser karekterê wî yê rewşenbîrî, siyasî û edebî kir. Ji bilî zext û zorên li ser gelê Kurd, înkar û bişaftinê, her wekî din, kêşe û neyeksaniyên civakî, xizanî, zora axayan li ser gundiyan, çerxa kedxwarî û mêtingehiyê û eşqa welat rengê xwe da helbestên Cegerxwîn û bandora xwe li ser çêbûna şexsiyeta wî ya civakparêz, welathez, aştîxwaz û azadîxwaz kir. Li dijî şer, helwesta wî ya aştîxwaz û hewldana wî ya ji bo pêkanîna sulhê îro jî xwedî wateyeke girîng e. 

Cegerxwîn di hişûbîra gelê Kurd a kolektîf de cihekî taybet girtiye. Ji ber vî karakterê wî jî, ew her tim ji aliyê zihniyeta ku dijminahiya gelê Kurd dike rastî êrişan hatiye. Nemaze di 4 salên dawî de, qeyûmên ku îradeya gelê Kurd desteser kirin, êrişî mîrateya Cegerxwîn jî kirin; saziyên ku bi ser navê wî hatibûn avakirin ji aliyê wan ve hatin girtin, navê kuçe û kolanan hatin guhertin, park hatin girtin. Ev êrişên li dijî Cegerxwîn, her wekî din nêrîn û zihniyeta desthilatî û qeyûman a li dijî hişûbîra gelê Kurd, dewlemendiya çandî û dîrokî ya gelê Kurd û hebûna Kurdan nîşan dide. 

Cegerxwîn, bi helbestên xwe, bi xebatên xwe yên rewşenbîriyê, li dijî siyaseta çandkujî û zimankujiyê û polîtîkayên bişaftinê li ber xwe da. Em di şexsê wî de hemû xebatkar û kedkarên ziman û çanda Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin."