Gulvedana Zembîlfiroş û Gulxatûnê

Rêşad Sorgul dibêje, wî gelek varyantên Zembîlfiroş kom kirine, hemû hûrûkûr xwendine, ji wan gişan çîrokeke nû bi awayekî beraqil hûnandiye.

Rojnamevan, nivîskar û wergêr Rêşad Sorgul berhemeke din a dijîtal li tora medya dijîtal  weşand.

Em berhemeke din dibêjin ji ber ku wî heta niha ji 14 berhemên xwe 8 dijîtal weşandine û 16 wergerên xwe jî 2 dijîtal weşandine.

Berhema wî ya dawî destana Zembîlfiroş û Gulxatûnê ye.

Bêguman ev destan di nava Kurdan de gelekî tê naskirin.

Vê berhema wî bala me jî kişand û me xwest em çend pirsan ji Sorgul bikin û bizanibin ka wî xebateke çawa kiriye.

Sorgul dibêje, wî gelek varyantên Zembîlfiroş kom kirine, hemû hûrûkûr xwendine, ji wan gişan çîrokeke nû bi awayekî beraqil hûnandiye.

Me xwest em bizanibin çima pêdivî bi tiştekî welê dîtiye.

"Gelek varyant hebûn; bêguman hebûna gelek varyantan pirsgirêk nîne, lê divê varyanteke kamil û beraqil hebûya. Her çiqasî Feqiyê Teyran cara ewil ew li ser kaxizê danîbe jî kirasê lêkirî ji bo roja îro teng e. Varyantên di nava gel de bêhtir derfet û îmkan didin ku mirov bi ser meseleyê ve bibe, lê di varyantan hemûyan de aliyên kêm gelek bûn û pirsên bêbersiv zahf bûn. Ji ber van sedeman hemûyan min pêdivî dît ez ji nifşên paşerojê re destaneke temam û beraqil diyarî bikim. Erê min xwest vê bikim, lê çiqasa di vê de bi ser ketime yan jî neketime wê ji xelqê xwe re dihêlim."

Mijareke din heye ku cihê nîqaşê ye, me ew jî Sorgul pirsî. Mijara berhemên dijîtal.

Ev demeke deh berhemên wî bi awayekî dijîtal têne weşandin. Ji bilî vê jî berhemên xwe hemû jî bi dengê xwe xwendine û dijîtalîze kirine.

Ji bilî berhemên xwe bi xwe jî gelekî berhemên din jî bi dengê xwe xwendine û li ser medya dijîtal parve kirine.

Sorgul li ser vê jî ji me re got: "Ez niha xwe bi rêya sosyalmedyayê, nexasim bi youtubeyê bêhtir digihînim guhdaran. Bêguman xwendin û guhdarîkirin yek tişt nîne. Lê çîrokên min hene xwe gihandin mîlyon guhdaran. Ev ji bo kurdî hema bêje rekor e. Bi ya min, em dikarin hê zêdetir vê qadê bi kar bînin. Jixwe roj bi roj Kurd di vê qadê de bêhtir şareza dibin. Umîdwarim ku wê di dema bê de bêhtir serketî bibe."

Rêşad Sorgul kanaleke wî ya youtubê heye, lê van çendan yeka nû xistiye xizmetê û berhema em qala wê dikin li wir weşandiye.

 

BERHEMÊN WÎ BI XWE

Veger (Tîrmeh 2001 - Weşanên Rewşen li Elmanyayê)- ceribandin
Evdalkovî (Sibat 2004 - Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê)- bîranîn
Seydayê Min (Sibat 2007 - Weşanên Belkî / Stenbol)- çîrok
Niqutî Dilê Min (Nîsan 2010) - Weşanên Welat WW / Stenbol)- roman
Pêjna Feqî (Mijdar 2013) - Weşanên Welat WW / Stenbol)- çîrok
Gurxenêq (Tebax 2015) - Weşanên Aram / Stenbol)- çîrok
Sê qismet û kurê pîrê (2018) - Adaptasyon ji Yewnanî - dijîtal / Belçîka - çîrok
Çilguliyê (2019) - dijîtal / Belçîka - çîrok
Feqiyê Teyran û Pîrê Çiyê (Tebax 2020) - dijîtal / Belçîka - Roman
Bûka Mirinê (Hezîran 2021) - dijîtal / Elmanya - kurteçîrok
Seyadê Şamê (Îlon 2021) - dijîtal / Rojava - biyografî
Gulperî (Kanûn 2021) - dijîtal / Rojava - çîrok
Reşoyê Kûrî (Kanûn 2021) - dijîtal / Rojava - çîrok
Zembîlfiroş û Gulxatûn (Cotmeh 2022) - dijîtal / Elmanya - destan

BERHEMÊN WERGERANDINE KURDÎ

Bîranînên Gurbetê - 1999 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (Gurbetelli Ersöz)
Awaza Bilûrê - Çile 2000 / Weşanên Jina Serbilind li Elmanyayê (Berjin Haki)
Gilgamêş - Sibat 2004 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (Orhan Asena)
Parastina Gelekî - Cotmeh 2004 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
Bazinê Nînattayê (Adar 2008) - Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (Ahmet Ümit)
Şaristanî (Tebax 2009) / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
Şaristaniya Kapîtalîst - Adar 2010 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
Sosyolojiya Azadiyê - Îlon 2011 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk - Mijdar 2011 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
Li Tirkiyê Pirsgirêkên Demokratîkbûyînê, Li Kurdistanê Modelên Çareseriyê (Nexşeya Rê) - Nîsan 2012 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
Parastina Kurdên Di Nav Pencê Qirkirina Çandî de - Îlon 2012 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (pirtûka Abdullah Öcalan)
Li Tirkiyê Tevkujiya Kurdan - Adar 2013 / Weşanxaneya Mezopotamyayê li Elmanyayê (Cemiyeta Xoybûnê)
Bendemayîn (04 Cotmeh 2021) - dijîtal / Rojava - çîrok (Nimet Sevim)
Kurd ji Tirkan çi dixwazin (21 Cotmeh 2021) - dijîtal / Rojava - belge-name (Şukrî Muhammed)
Hemo û Gulê (1 Tîrmeh 2022) - dijîtal / Almanya - çîrok (werger ji Elmanî)
Yadê Keyser Tazî ye (28 Tebax 2022) - dijîtal / Almanya - çîrok (werger ji Elmanî)