Genim Aldan behsa NÇM'ê kir

Genim Aldan ku ji destpêkê ve di nav NÇM'ê de ye, behsa pêvajoya 29 salan a NÇM'ê kir.

Ji roja ku NÇM (Navenda Çandê ya Mezopotamyayê) vebûye, ev 29 sal in xebatên nasandin, tomarkirina çand û hunera Kurdî dike. NÇM salên 90'î bû navendek ku Kurdên ji ber zor û terora dewleta Tirk bêgav man ku welatê xwe biterikînin û koçî metropolên Tirkiyê bikin bû navendek ku çanda xwe lê bijîn. 1991'ê li Beyoglu ya Stenbolê NÇM hate vekirin. Piştre şûbeyên wê li Izmîr û Edene jî vebûn. Xebatkarên wê gelek caran hatin destgîrkirin, girtin û êşkence li wan hate kirin. NÇM kir ku li Stenbolê Kurd dawetên xwe bi muzîka Kurdî bikin. NÇM li ser gel hemû zext û zordarî û terora Tirk a li ser çand û hunera Kurdan, li dijî polîtîkayên qirkirina çand û hunerî bi dirûşma ''jiyana azad, hunera şoreşger' ev 29 sal in xebatên xwe didomîne. Gelek navên girîng ên weke Hozan Hogir li nav NÇM'ê ji hêla muzîka Kurdî ve bi rola medbexê rabû.

Yek ji hunermendê NÇM'ê Genim Aldan got salên 90'î ji bo çand û hunera Kurdî bûye mîladek, ji vî alî ve NÇM ji hêla Kurdan ve bûye cihek ku Kurdên ku koçî metropolên Tirkiyê kirine karibin hilmekê lê bistînin, çanda xwe bibînin û dîsa vê çandê bigihînin ber destê gel.

Aldan got wan salan çi kesê ku diçû û dihate NÇM'ê berdêleke xwe hebû, dihatin destgîrkirin, girtin û bi salan li girtîgehê dihatin hiştin û çi Kurdê ku dihate NÇM'ê ev hemû berdêl didan ber çavan û wiha dihatin NÇM'ê.

CARA PÊŞÎ LI STENBOLÊ BI MUZÎKA KURDÎ DAWET HATIN KIRIN

Aldan li ser bandora NÇM'ê ya li dawetên Kurdên Stenbolê got, ''Salên 90'î cara pêşî li Stenbolê dawet bi muzîka Kurdî hate kirin. Li konseran bi Kurdî stran hatin strandin. 93'yan bi DEP'ê re pêvajoya polîtîk ber bi devereke dî ve çû. Li van qadan Kurd bi rengekî bi çanda xwe derketin pêşberî gel. Yek ji van rêyan jî hunera ku me li NÇM'ê hildiberand digihişt ber destê gel. Demeke wiha bû ku em muzîka teatral, hem wêjeya resmî lê dihate hilberandin.''

XEBATKARÊN NÇM'Ê BAWERÎYA XWE BI ŞOREŞÊ DIANÎN

Aldan bi bîr xist ku dema ku wan nû dest bi xebatên çand û hunerî kirine şêwazeke wan a şexsî nebû, bêhtir li ser jiyaneke kolektîf hilberandina kolektîf dane ber xwe, wê demê komên weke Koma Amed, Çiya, Gulê Xerzan, Rojhilat, Mezra Botan û komên zarokan hebûn, Hozan Hogir hebû. Aldan got mirovên wê demê îdealîst bûn, li şoreşê asê bûbûn, nêzîkî şoreşê bûn, hêvî û bawer dikirin ku şoreş di demeke nêz de û bêhepma be, NÇM sazîya wan kesan bû ku ti caran hêvîyên wan nedişikestin.

Aldan li ser rewşa muzîka Kurdî ya niha got: ''Bêhtir çanda arabest serdest e, rewşeke wiha ku jiyana arabest bi gotin û qalibên şoreşgerî tê ser zimên. Ev bi salên 2010'an re wiha bûye. Gelek sedemên wê hene. Divê mirov bi rexnegirî û xwerexnegirî nêzîkatî lê bike.

Ên ku wê me bigihînin siberojê peyrevên me ne. Girîng e bê ka ev bi çi xwe xwedî dikin. Ji hêla çandî ve jî wiha ye. Em ê çi bibin siberojê, kîjan çanda xwe? Îro li Amed, Wanê kîjan çand tê hilberandin, li kuçeyan Kurdî serwer e, an Tirkî? Wiha xuya dike ku Tirkî serwer e. Ango li wir hilweşîneke çandî hatiye jiyîn, tê jiyîn.

Salên 90'î ji bo me salên naskirin û tomarkirina çanda Kurdî ye. Her wiha wê demê me gelek tişt vekirin û birçîbûnek hebû, xwe têr dikr lê piştî vê xwetêrkirinê Kurdan hê pirsa rast nekirine. Em pêvajoyeke xurtir çawa dikarin rêxistinîya wê bikin, em çawa dikarin ber xizmeta Kurdî. Dema ku mirov ji hêla şaredarîyê ve jî dinere, ev rewş ji hêla çandî ve tam li cihê neda rûniştandin, rûnenişt. NÇM divê nirxandinên civakî bike. Divê analîzên baş bike.''

Aldan her wiha got bi ya wî yek ji xebata herî rast a ku wan kiriye xebata bi navê Şahîya Stranan e.

''JI BO KARÊN ÇANDÎ ABORÎ LAZIM E'

Aldan got yek ji pirsgirêka wan a ku dijiyaan di bingehê xwe de aborî bû û got, ''Ji bo van karan ekonomî lazim e. Bi bawerîyê mirov tiştekî heta deverekê dikare bibe. Ti hêvî nikare heqê xebata wan bide lê piştî deverekê ew hêza îmanê qels dibe. Bi rengekî divê binesazîya wê ya aborî were avakirin, a sosyal jî. Ji vî alî ve dema ku em lê dinerin me îstîhdam baş nenirxand. Îstîhdameke rast dikarîbû were kirin, di nav xwe de me çawa pêk anîn..Dema ku mirov li qada çandî dinere pirsgirêka herî mezin ev e. Me mekan ava kirin, li nav mekanan mirov hene lê me nekarî îstîhdameke rast ji bo van mirovan çêbikin, fikra min wiha ye.''

'TI HIQÛQEKE ME YA SAZÛMANÎ NÎNE'

Pirsgirêka me ya sereke, dema ku em van hemû karan dikin ti ewlehîya me ya sosyal bi rengê statûyekê nîne. Ti ewlehîyeke me ya Destûrî nîne. Divê em li ser van hemûyan ava bikin. Ti hiqûqa me ya cihê çênebû, di nav van hemû nehiqûqiyan de me çawa dikarin hiqûqekê ava bikin? Ez behsa hiqûqeke sazûmanî dikim. Dewletê ti mîsogerî neda me, li ti deverê derbas nabe. Em carinan van ji bîr dikn. Ji ber ku em ji bîr dikin em nikarin xwe ava bikin. ''