Gabar: Di mantiqê zimanê Kurdî de navend jin e

Hewar Gabar diyar kir dibe ku zimanê Kurdî li ser nîşaneya mirovtiyê derbasî nîşaneya peyvê bûbe û destnîşan dike lêkolînên heta niha hatine kirin ji zimanên din hatine wergerandin.

Zimanê Kurdî yek ji zimanên ku di cîhanê de herî dewlemend û kevnar e. Ev zimanê kevnar ku di dîroka xwe de rastî gelek êrîşên tunekirinê û bişaftinê hatiye, lê heta roja îro bi rexmê hemû êrîşên bişaftinê yên dagirkeran hebûna xwe didomîne. Piştî avabûna PKK’ê têkildarî parastina ziman gelek xebatên bi nirx ji aliyê kesayetî û lêkolerên niştîmanperwer ên Kurdistanê hatine kirin. Her wiha xebatên perwerdeyî jî di nav de li qada weşan û ragihandinê de jî gelek guhertinên cidî bi xwe ve dîtiye. Gelek berhemên nivîskî yên di qalibên pirtûk û broşuran de hatine amadekirin û çap jî bûne. Xebatên bi vî rengî her ku diçe kûrtir dibe.

Yek ji nivîskarên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Hewar Gabar ku di heman demê de lêkolînerê zimanê Kurdî ye, di vê baweriyê de ye ku lêkolînên heyî yên di derbarê zimanê Kurdî de lêkolînên ji zimanên din hatine wergerandin. Ango reseniya zimanê Kurdî ne ev e û alfabeya vî zimanî ji wergera çend zimanên ji derve hatiye berhevkirin. Lêkolîner Hewar Gabar li ser vê teza xwe di sala 2019’ê de, dest bi nivîsandina pirtûka bi navê “Rênameya Zimanê Kurdî Kilîleyên Radengan” kir, di sala 2022’an de nivîsandina vê pirtûkê bi dawî kir. Pirtûk di 8’ê Tîrmeha 2022’ê jî li Weşanxaneya Sîtav a Wanê hat çapkirin. 

Lêkolînerê zimanê Kurdî Hewar Gabar têkildarî vê tez û fikrên xwe yên di derbarê zimanê Kurdî de ji ANF’ê re axivî.

‘LÊKOLÎNÊN JI DEMA CELADET BEDIRXAN Û HETA NIHA, LÊKOLÎNÊN WERGERÎ NE’

Gabar di destpêka axaftina de diyar kir ku di aliyê çandî de dûrketina ji orf û edetên xwe bişaftinê pêş dixe û wiha peyivî: “Jixwe zimanekî me heye ango em ji nû ve çênakin, bi qasî ku min lêkolîn jî kirî zimanê Kurdî bê qusûr e. Dibe ku zimanê Kurdî li ser nîşaneya mirovtiyê derbasî nîşaneya peyvê bûbe. Li gorî vê yekê lêkolînên ku ji dema Celadet Bedirxan û heta niha hatin kirin, lêkolînên wisa ne ku ji zimanên din hatine wergerandin. Alfabeya zimanê Kurdî û bi taybet di aliyê dengan de ji zimanê Tirkî hatiye wergerandin. Jixwe zimanê Kurdî zimanekê kevnar e, ango divê ev ziman ji zimanek din neyê girtin. Eger zimanê Kurdî bi zimanekê nû bê pênasekirin wê demê esasê wê xirab dibe.”

‘PIŞTÎ XWENDINA PARÊZNAMEYÊN RÊBER APO ME FERQ KIR KU KURD XWEDÎ ZIMANEKÎ PIR DEWLEMEND IN’

Gabar da zanîn ku nakokiyên wî yên zimanê Kurdî ya ku di dibistanan de dihat dayîn û ya zimanê ku dihat behskirin hebûn û axaftina xwe wiha dom kir: “Piştî ku me parêznameyên Rêber Apo xwendin, êdî me baş ferq kir Kurd xwedî ziman û çandek pir dewlemend in. Em ji dema Medan û heta niha bigrin dest, di van 2600 salan de li gel ev êrîş, qedexe û tofana şaristaniyeta navendî vî zimanî hîna koka xwe winda nekiriye. Demek dirêj min mamostatî kir, piştre jî min derhênertiya şanoyê kir û sala 2008’ê jî min pirtûka xwe ya roman a bi navê ‘Dîcle xemgîn diherike’ nivîsand. Di vê rêyê de nakokiyên ku di mejiyê min de zelaltir bûn. Ango di navbera ev zimanê ku niha tê bikaranîn û ya tê behskirin de, cudahî heye. Zimanê Kurdî ya ku niha bûyî akademîk dibe ku ne rast be, bi taybetî jî dema ku min parêznameya Rêber Apo xwend ev tarîtiya heyî ronî bû, ango ev zanista ku em jê re dibêjin Zanista Civakî dibe ku ne rast be. Dibe ku rastiya heyî ji aliyê Zanista Pozîtîvîst ve hatibe înkarkirin. Ev jî bû sedem ku ez di nava pêvajoyek qasî 20 salan de dest bi lêkolînan bikim.”

‘DI HEMÛ ZIMANAN DE WATE LI PEYVAN HATIYE BARKIRIN, LÊ DI ZIMANÊ KURDÎ DE WATE LI TÎPAN HATIYE BARKIRIN’

Gabar bal kişand ku tişta wî di nav lêgerînên xwe de peyda kirî, di Zanista Fîlolojî de peyda nabe û wiha pêde çû: “Di hemû zimanan de wate li peyvan hatiye barkirin, lê di Zimanê Kurdî de wate li tîpan hatiye barkirin. Li gorî lêkolînên min di dîrokê de şaristaniyek pêşketî ji aliyê jinên Kurd ve dihat birêvebirin. Di vê şaristaniyetê de jiyan kirine 21 parçe. Her parçeyek ê vê jiyanê bi radengê ku niha di zimanê Kurdî jê re dibêjin dengdar, malbateke peyvan sembolîze kirin.

Her wiha tîpên dengçêker jî ku niha jê re têgotin tîpên dengdêr, cuda cuda wateyên xwe hene. Wateya tîpa ‘Î’ ayîdiyet e, ango tu têkiliya wê bi zayenda mêr re nîne. Tîpa ‘Ê’ jî wateya xweyîtiyê dide. Mînak eger em bêjin ‘wê’ dibe xwediyê war, eger bêjin ‘wî’ dibe ayîdê war. Ev di encama parçekirina peyvê de çêdibe, tîpa ‘W’ bi serê xwe wateya ‘War û welat’ dide. Vêca Eger tîpa ‘W’ bi tîpa ‘Ê’ re dibe yek, wateya xwediyê war dide û dema bi tîpa ‘Î’ re dibe yek wateya ayîdê war dide. Min di lêkolînên xwe de, di zimanê Kurdî de ne peyvek, ne tîpek û ne sembolek ku ayîdê mêr nedît. Mêr bi dayîka xwe, bi jinê hatiye pênasekirin. Di têgihiştina avakirina vî zimanî de jin navend e. Li gorî vê yekê dema ku em dibêjin bajarî, dîrokî, civakî û Mexmûrî ev ayîdiyetê nîşan dide. Ango tu têkiliya tîpa ‘Î’ bi mêrtiyê re nîne.”

‘DIVÊ EM JI VÊ KOMPLEKSA BINDESTIYÊ, XWE BIGIHÎNIN RASTIYÊ’

Lêkolînerê zimanê Kurdî Hewar Gabar di dawiya axaftina xwe de, ev bang ji kesên ku bi zimanê Kurdî re eleqer dibin kir: “Ez ji hemû kesên bi zimanê Kurdî re eleqedar dibin re bang dikim, bila ew hişmendiya ku xelkê di mejî de ava kirine bişkênin. Di nava wan sînoran de tiştek ku ayîdê me be nîne. Di 500 salên dawî de tiştek ayîdê me nehiştine. Ji bo em bigihin rastiyê divê em wan sînoran derbas bikin, rastiyên li pişt wan sînoran e. Divê em ji vê kompleksa bindestiyê, xwe bigihînin rastiyê. Ango tîp û peyvan bidin ber lêpirsînê. Kesên ku xwe eleqer dibînin bila têkiliyên xwe bi hev re çêbikin, guhdarî hev bikin û ji nûbûnê nerevin.”