Forbes: Kesê herî bi hêz Putine!
Forbes: Kesê herî bi hêz Putine!
Forbes: Kesê herî bi hêz Putine!
Li listeya Kovara Forbesê ya kesên herî bihêz de Serokê Dewleta Rûsyayê di rêza yekem de cih girt.
Di listeya kesên herî bi hêz yên cihanê de ya îro hatî weşandin de Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtînê 61 salî di rêza yekem de cih girt. Serokê DYA Barack Obama di rêza duyem de cih girt. Sala bûrî Obama di rêda yekem de bû.
Hat ragihandin ku Pûtîn bi teybet ji ber serweriya xwe ya di derbarê krîza Sûriyeyê de di rêza pêş de cih girtiye.
Di rêzkirina kovarê de ya îsal de Serokê Dewleta Çînê Xi Jinpingî di rêzê sêyem de cih girtiye. Serokwezîra Almanayê di lîstay kesên herî bihêz de ya ji 72 kesan pêk dihat de di rêza 5 de cih girt; Qralê Sûdî Erabistanê Abdullah Bîn Abdullazîz di rêza 8’emîn de, Serokwezîrê Fransayê François Hollande di rêza 18’emîn de û Lîderê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Hamaney di rêza 23’emîn de cih girtin.
Ji 14 kesên nû beşdarî lîsteyê bûyîn Papa François di rêza 4’emîn de, serokê Sansûngê Lee Kun-Hee 41’emîn de,Wolkswagen Martîn Winterkorn di rêza 49'emîn de û mudurê karê nivisê yê New York Times Jill Abramson di rêza 68’emîn de cihê xwe girtin.