Firat Can: Min bi nivîsên xwe dîwarên zindanê hilweşand

Firat Can diyar kir ji bo tiştên di kûrahiya dîroka mirovên di nav têkoşîna Kurdan de winda nebe wî di girtîgehê de dest bi nivîsê kiriye û got “Min bi nivîsên xwe dîwarên zindanê hilweşand.”

Bi hezaran girtiyên di girtîgehên Tirkan de di şertên normal de ji dêvila ku werin berdan ji ber ku lêferzkirina poşmaniyê red kirine, dîl tên girtin. Nivîskar Firat Can ê ku cezayê wî qediyabû ji ber vî tiştî 7 mehan zêdetir di girtîgehê de ma.

Can piştî hat berdan jî xebatên xwe yên wêjeyî didomîne. Can ji ANF’ê re qala girtîgeh, ruhê berxwedanê û xebatên xwe yên wêjeyê kir.

Can diyar kir di sala 2011’an de li Sûriyeyê ji ber xebatên ziman û nasnameya Kurdî ew ji aliyê rejîma BAAS’ê hate girtin û piştî çend mehan teslîmî dewleta Tirk hate kirin. Can got “Li Sûriyeyê di wî sê mehî de tiştên xerab hatin serê min. Li Şamê li cihekî bi navê Feyha ya ku di warê fermî de nayê qebûlkirin, mam. Li hemberî şoreşger û mûxalifan êşkencexaneyek hatibû avakirin. Mayîna di wî cihê teng de, bi tena serê xwe êşkence bû. Piştre di çarçoveya Protokola Edeneyê ya di navbera Tirkiye û rejîma Sûriyeyê de teslîmî Tirkiyeyê hatim kirin.”

Can diyar kir divê mirov karibin girtîgehê bikin navenda hilberînê û got “Ji bo me şoreşgeran girtîgeh ne cihekî wisa ye ku mirov dikeve wê derê. Ji bo kesên li hemberî vê pergalê dixwazin tiştekî bikin, ev der rawestgehek e. Divê neyê jibîrkirin girtîgeh jî cihekî berxwedanê ne. Ji bo girtîgeh ne cihê razanê lê cihên hilberînê ne. Girtîgeh mekanekî teng e û hûn di nava çar dîwaran de ne. Lê her tişt bi hiş ve girêdayî ye. Bi lêhûrbûnên fikrî hûn dikarin vî dîwarî hilweşînin. Li hewşê mirov dikare asîmanan bibîne lê kesên bi aramî lê hûr nebûne, dikarin wî asîmanî jî ji xwe re bigirin. Di warê fizîkî de ez hatibim girtin jî, min hewl da di warê fikrî û ruhî de ez li derve bim. Ez bawer im bi ser ketime.”

EZ GOTINA WÊJEYA ZINDANÊ QEBÛL NAKIM!

Can diyar kir divê li girtîgehan jî wêje di cihekî girîng de be û got “Min bawerî pê anî ku divê heqîqet parçe nebe. Divê mirov parçe ji ya giştî qut neke. Ji bo min wêje wêje ye. Zindan an jî mekanekî din ê vî tiştî tune. Ji ber ku wêjeya li zindan di warê mekan de di zindanê de tê nivîsandin derdikeve holê. Lê ji bo min ne rastiyên mekanî lê tişta tê kirin girîng e. Ez naxwazim ji ber ku min berhemên xwe di zindanê de nivîsandine, berhemên min wekî wêjeya zindanê têkeve kategoriyê. Li gorî min ne rast e ku ev hilberîn wekî wêjeya zindanê were kategorîzekirin.”