Fînala Mîhrîcana Fransayê pêk hat
Mîhrîcana Fransayê ya di 7-11'ê Nîsanê de li Parîsê hat lidarxistin, roja Şemiyê i salona Arnoûvîlle Carles Aznavoûrê bi pêşbirkên ji beşen muzîk û govendê fînala wê pêk hat.
Mîhrîcana Fransayê ya di 7-11'ê Nîsanê de li Parîsê hat lidarxistin, roja Şemiyê i salona Arnoûvîlle Carles Aznavoûrê bi pêşbirkên ji beşen muzîk û govendê fînala wê pêk hat.
Mîhrîcana ku yekemcar ji bo gelemperiya Fransayê hat lidarxistin, bi sedan ciwan beşdar bûn.
Kurdistaniyan bi muzîk, wêje, govend, kincên gelêrî, xwarin û çanda Kurdî re di navbera 7-11'ê Nîsanê de cihê xwe di Mîhrîcanê de girtin. Fînala Mîhrîcanê jî di sibeha roja Şemiyê saet di 10:00 de bi meşa çandê ya ji ber lokala navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîsê heta ber gara navendî ya Gare Du Nord, destpê kir. Komên govendê bi kincên xwe yên gelêrî, muzîsyen jî bi def, dahol-zirne beşdarî vê meşê bûn. Beşdaran li vê derê govenda Kurdî pêşkêş kirin.
Paşê beşdar derbasî salona Arnoûvîlle Charles Aznavoûr cihê pêkhatina fînala Mîhrîcanê bûn. Piştî amadekariyan di Mîhrîcanê de bi rêveberiya jûriya ji Hozan Marûf, Nûarîn, Mahmût Han, Merdan Zinav, Yilmaz Beyazgul, Ergun Çelîk û Fatîh Guneş, pêşbirkan destpê kirin.
Beşa destpêkê ya Mîhrîcanê bi pêşbirka dengbêjî û muzîkê destpê kir. Di vê beşê de Koma Nûdem, Ozan Şah Îsmaîl, Ekrem Tekîz, Koma Amara, Baran Gezer, Berfîn Aras, Zekî Bîngol, Tahîr Reşo, Munever Odûncû, Mehmet Akyol, Mehmet Satan û Mîran Aksû ji bo serketinê li ber xwe dan.
Di beşa duyemîn de jî ekîbên govendê derketin pêşberî jûrî. Di vê beşê de 5 kom ji bo serketinê li ber xwe dan. Govenda Ciwanên Rojê, Govenda Roj, Govenda Rojbîn, Govenda Şehîd Têkoşer û Koma Bêrîtan berhemên xwe pêşkêş kirin.
Li dû pêşbirkên ku heta saetên dereng dewam kir di beşa dengbêjiyê de Baran Gezer bû yekemîn, di beşa muzîkê de Koma Nûdem bû yekemîn û Munever Odûncû jî bû duyemîn.
Di pêşbirka govendê de jî Govenda Rojbîn bû yekemîn. Serketiyan xebatên xwe bi coşeke mezin wergirtin.
Ya ku di şevê de herî zêde bal kişand jî govenda zarokan bû. Paşê zaroka bi navê Dîlba helbest xwend û li eleqeyeke mezin rast hat. Mîhrîcan bi coşeke mezin bi dawî bû.