Fîlmên Kurd li benda sînemahezan e

Kolektîfa Sînema ya Mezopotamyayê duyemîn Festîvala Fîlmên Kurd a Stenbolê wê di navbera 24-29'ê Adarê de pêk bîne.

Festîvala Fîlmên Kurd a Stenbolê ya yekemîn sala 2019'an pêk hat. Festîvala duyemîn jî ji ber şewba Covîd-19 bi du sal û nîvan hate taloqkirin. Duyemîn Festîvala Fîlmên Kurd a Stenbolê wê di navbera 24-29'ê Adarê de bê lidarxistin.

Di festîvalê de ku ji aliyê Kolektîfa Sînema ya Mezopotamyayê ve tê lidarxistin, wê ji çar parçeyên Kurdistanê 6 rojan 27 fîlmên dirêj, kurt û dokûmanter bêne nîşandan. Festîval wê bi nîşandana fîlmê Kurdên Êzidî dest pê bike. Di destpêka festîvalê de her wiha wê konserek jî hebe.

Ji Kolektîfa Sînema ya Mezopotamyayê Xezal (Ceylan) Gultekîn li ser festîvalê ji ANF'ê re axivî.

Xezal Gultekîn anî ziman ku ji bo festîvala duyemîn a mijareke bi taybet diyar nekirine û got, "Lê belê dema ku me karê xwe yê dîtbarî meşand, me hewl da ku li dora mijareke ku êdî sînemahezan li salonan bicivînin, kar bikin. Festîvala me wê 6 rojan dewam bike. Ji kategoriyên fîlmên metraj dirêj, metraj kurt û dokûmanteran wê 27 fîlm werin nîşandan. Ev fîlm wê ji çar parçeyên Kurdistanê bin. Bi giranî jî wê di dema nîşandana fîlman de derhênerên wan amade bin. Fîlmê 'Kurdên Êzidî' ku ji aliyê Amasî Martirosyan ve sala 1933'an hate kişandin û heta niha ne li Tirkiyeyê ne jî li Kurdistanê nehatiye nîşandan wê bibe fîlmê destpêkê ku di festîvalê de bê nîşandan."

Li ser rewşa heyî ya sînemaya Kurd Xezal Gultekîn wiha axivî, "Zehmet e ku mirov sînemaya Kurd di rewşa heyî de li cihekî diyarkirî destnîşan bike. Lê belê tevî astengiyan hemûyan jî mirov dikare bêje ku li dora feraseteke sînema ya berxwedêr bi pêş ve diçe."